Di sempozyuma şêwekariyê de tabloya Leyla Guven

Sempozyuma Hunera Şêwekariyê ya li bajarê Kobanê, di roja xwe ya sêyemîn de ye. Yek ji şêwekaran tabloya têkoşera Kurd Leyla Guven ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê, xêz dike.

Di mehên derbasbûyî de ekran û qadên bajarên Rojavayê Kurdistanê, ji wêneyên têkoşera Kurd Leyla Guven ku li Bakurê Kurdistanê ji beriya 186 rojan ve, bi helwesta rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zindana Îmraliyê de, di greva birçîbûnê de ye, bê par nemane. Niha jî wêneyê Leyla Guven bûye  mijara tabloya yek ji şêwekarekî li Sempozyuma Şêwekariyê  ku di roja xwe ya sêyemîn de ye. 

Têkildarî mijarê Mihemed Şehîn ê ku ji bajarê Kobanê bi tabloyên xwe yên der barê êş û azara gelê Kurd û taybet êrîşa dagirkeriya Tirk li ser kantona Efrînê û komkujiyên der heqê sivîlan de hatine kirin, navdar e.

Tê zanîn ku 23 hunermendên din jî beşdarî komxebata bi slogana"Vîna welatê zeytûnê ji terora we xurttir e" û ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê ve tê birêvebirin, bûne.

Wêneyê hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk Leyla Guven ku ji 6 mehan ve di greva birçîbûnê de ye, ku nîşana serkeftinê berz dike, ji roja yekemîn ji sempozyumê, ji nav bi dehan ji tabloyên ku ji aliyên hunermendên ku beşdarî sempozyumê bûne, tabloyên herî girîng ên ku ji aliyê Mihemed Şehîn ve têne xêzkirin.

Di vê derbarê de Mihemed Şehîn wiha got: “Min dixwest asta hevgirêdana civaka Sûriyê bi Kurd û Erebên xwe, bi têkoşera Kurd Leyla Guven re diyar bikim ku her dem li hemberî wêrankirinên hikumeta Tirkiyê di nava welat û derveyî welêt de, bi rêya dagirkirina Efrînê û piştgiriya DAIŞ’ê di êrîşkirina herêman de, xwedî helwestên zelal û eşkere bû.”

Komxebata hunermendan dê heta 16`ê vê mehê li sempozyuma li bajarê Kobanê bidome û paşê jî dê tablo û peyker li holên bajarê Qamişlo werin pêşandan.

(eh)

ANHA


Mijarên Din