Di şerê bi Îsraîlê re ciwanekî filistînî hat kuştin

Li kampa Fewar a bajarê Xelîl ê li Difa El-Xerbiyê di navbera artêşa Îsraîlê û filistîniyan de şer derket. Di şer de ciwanekî filistînî jiyana xwe ji dest da û birîndar hene.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku di encama şerê bi artêşa Îsraîlê de ciwanê bi navê Zeyd Fedil Qeysiyê (14) jiyana xwe ji dest da û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Wezaretê bi daxuyaniyekê ragihand ku Zeyd Fedil Qeysiyê yê 14 salî dema leşkerên Îsraîlê gule reşandin, ji serê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da, di heman demê de ciwanên din jî birîndar bûn.

Çavkaniyên Filistînê bi bîr xist ku duh bi şev dema leşkerên Îsraîlê derbasî herêmên Filistînê bûn, li gelek herêmên Difa El-Xerbiyê di navbera hêzên artêşa Îsraîlê û bi dehan ciwanên Filistînê de şer rû da.

Her wiha malpera ‘Wala’ ya Îsraîlê parve kir ku artêşa Îsraîlê ji duh bi şev ve gundê Yabit ê Qedaa Cenîn dorpêç kiriye, hêzên Îsraîlê careke din derbasî gund bûn û 13 niştecih destgîr kirin.

Malperê diyar kir ku duh bi şev şerekî dijwar di navbera ciwanên gundê Yabid û hêzên Îsraîlê de rû da û heta saetên vê sibê dewam kir. Artêşa Îsraîlê hîn jî li kesê li pey kuştina Emît Bin Yecal ê ku duh bi şev li gund hat kuştin, digere.

eh


Mijarên Din