Di şewata li Til Koçerê de 2 şervanên Senadîd û endamekî Asayîşê şehîd bûn

Di vemirandina şewata zeviyên li gundewarê Til Koçerê 2 şervanên Hêzên Senadîd û endamekî Hêzên Asayîşî şehîd bûn.

Li gundên Til Elo û Girê Fatê yên Til Koçerê di saetên danê nîvro de agir bi zeviyên çandiniyê ket. Di vemirandina agir de 5 kes şehîd bûn û hin birîndar bûn.

Tîmên vemirinadina agir û komîteyên sivîl, Hêzên Hawarê, şervanên YPG, YPJ, Hêzên Senadîd û Hêzên Senadîd li cihê bûreyê bûn û agir vedimirandin.

Hate ragihandin ku du şervanên Hêzên Senadîd û endamekî Hêzên Asayîşê di vemirandina agir de şehîd bûn. Nasnameyên şehîdan nehatin eşkerekirin.

Şewat hate vemirandin.

ANHA


Mijarên Din