Di teqîna li Efrînê de serçeteyek hate kuştin

Di teqîna li ser rêya Efrîn-Cindirêsê de serçeteyek hat kuştin û hin çete jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên destpêkê ji çavkaniyên hundirê Efrînê, mayînek bi erebeyeke leşkerî ya çeteyên bi navê Feyleq El-Şam ên dewleta Tirk a dagirker de li ser rêya Efrîn-Cindirêsê li nêzî Pira Nû teqiya.

Di encama teqînê de 10 kes birîndar bûn, ku piraniya wan çete ne. Her wiha serçete Husên Bedra yê koma Feyleq El-Şam jî hat kuştin.

(fr)


Mijarên Din