Di teqîna li Minbicê de 3 sivîl birîndar bûn- HATE NÛKIRIN

Li bajarê Minbicê mayînek bi erebeyeke sivîlan ve hatibû bicihkirin teqiya, di encamê de 3 sivîl bi sivikî birîndar bûn.

Li başûrê bajarê Minbicê, li nêzî Goristana Şêx Eqîl mayîneke ku bi erebeyeke sivîlan ve hatibû bi cihkirin saet 20:00`an bû. Di encamê de 3 sivîl bi sivikî birîndar bûn û zirarên madî gihaştin erebeyê.

Nûçegihanê ajansa me navên her sê birîndarên teqînê ji Rêveberiya Nexweşxaneya bajêr bi dest xistin. Navên wan wiha ne; Riyad Şîza, Mistefa Henîfî û zarokê bi navê Leys El-Henîfî. Li gorî kdaroya tenduristiyê birînên wan sivik in û rewşa wan aram e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din