Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro ragihand ku li erebeyeke bombebarkirî li bendeke kontrolê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Mebrûka yê rojavayê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî teqiya û di encamê de 4 çete hatin kuştin.
SOHR`ê diyar kir ku di teqînê de 5 çeteyên din birîndar bûne û rewşa hinekan girane, ku dibe bi wê yekê hejmara kuştiyan zêde bibe.
(cx)