Di teqîna mayînek li Reqayê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Di teqîna ku îro li bajarê Reqayê pêk hatibû de ji du malbatan 3 zarok mirin û du jî birîndar bûn.

Saet 16.00’an li kolana Nûr a bajarê Reqayê mayînek bermahiya  çeteyên DAIŞ’ê teqiya. Di encamê de 3 sivîl mirin û 2 jî birîndar bûn.

Cenazeyê kesên mirî rakirin Navenda Destwerdana Lezgîn û birîndar jî rakirin nexweşxaneyên Furat û Tib El-Hedîs.

Li gorî agahiyên ku ji endamên Tîma Destwerdana Lezgîn hatin girtin, qurbanî ji du malbatan li nêzî rawestgeha Cezra ya bajar in. Dema ku li nav kavilên avahiyan digeriyan mayîn bi wan ve teqiya ye.

Zarokên ku jiyana xwe ji dest dan xwişk û bira Subhiya Xalid Silêman (17) û Xelîl Xalid Silêman (11) û Henan Mûsa El-Mirî (17).

Birîndar jî Nasir Mûsa El-Mirî, Ayda Mûsa El-Mirî temenên wan kêmî 12 sal in.

Li gorî bijîşkan rewşa birîndaran xeter e û di odeya çavdêriyê de ne.

ANHA


Mijarên Din