Di teqîna mayînekê li rojhilatê Dêrazorê de 2 zarok birîndar bûn

Di encama teqîna mayînekê li bejahiya rojhilatê Dêrazorê de 2 zarok birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

Îro, danê nîvro ji ber teqîna mayîneke ji bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li bejarokê Sose yê bejahiya rojhilatê Dêrazorê de, 2 zarok birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.

Di encama teqînê de zarokê bi nave Mihemed Zixêr (12) û Xalid Meşan (16) birîndar bûn. Hêzên ewlehiyê û tîmên rakirina mayînan cihê bûyerê dorpêç kir û li mayînên dibe ku hatibin çandin, digerin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din