Di teqînên li Reqayê de welatiyek bîrndar bû- HAT NÛKIRIN

Li bajarê Reqayê 3 teqînê rû dan. Di encamê de welatiyek sivikî birîndar bûn.

Di saetên vê êvarê de 3 teqînê li bajarê Reqayê rû dan. 2 mayîn li ber Hola Werzîşê ya nêzî Parka Zarokan û bombeyek deng li nêzî nexweşxaneya Zayînê ya navenda bajêr teqiyan.

Nûçegihanên me diyar kirin ku di teqînan de welatiyek bi sivikî birîndar bû û niha birîndar li nexweşxaneyên bajêr tê dermankirin.

Hêzên Ewlehiya Hundirîn cihên teqînan girtin û lêpirsîn dan destpêkirin.

ANHA


Mijarên Din