Di têkiliyên navdewletî û Rêveberiya Xweser de asoyên nû

Gelek şandeyên  Rojavayî serdana herêmên Rêveberiya Xweser kirin û dosyayên girêdayî geşedanên li herêmê nîqaş kirin. Şandeyan piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re di prosesa siyasî de û avakirina  dadgehek navdewletî ji  bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê rave kirin. Tevî dosyaya jinûveavakirinê û dozên ewlehiyê.

Piştî ku di 23’ê Adarê de, QSD’ê DAIŞ têk bir, Rêveberiya Xweser ragihand ku herêm derbasî pêvajoyek nû bû. Gelek şandeyên rojavayî ku ji nûnerên wezaretên derve yên gelek dewletan pêk dihatin cara yekemîn di destpêka Hezîranê de serdana herêmê kirin. Şandeyan di çareseriya aloziya Sûriyê û dosyaya darizandina girtiyên DAIŞ`ê de, piştgiriya Rêveberiyê kirin.

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di demek berê de, ji ber zextên dewletên herêmî di serî de Tirkiye ji komîteya amedekirina destûrek nû, hatin dûrxistin. Ev jî di encama fobiya Tirkiyê ya ji bo hebûna gelê Kurd û mafên wî yên rewa de, pêk hat.

Di nav şandeyên ku di destpêka meha Hezîranê de serdana herêmên Rêveberiya Xweser kirine, seroka têkiliyên derve ya parlamena Firansî, desteya hevpar a ku ji her du wezaretên derve yên Firansa û Holandayê pêk dihat. Şandeya wezareta derve ya Belcîka, Siwêd û Siûdiye, şêwirmendê Hêzên Koalîsyona Navdewletî ya Sûriyê William Robak  û şandeyek ji Pentagonê.

Piştgiriya Rêveberiyê

Di serdanan de pêwîstiya avakirina dadgehek navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê yên ku ji hêla QSD`ê ve hatine girtin û sûcên şer li herêmên Rêveberiyê pêk anîne hatin nîqaşkirin. Di wan serdanan de Rêveberiya Xweser mafê xwe yê rewa di darizandina çeteyan de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tekez kir.

Bertekên şandeyan ji vê daxwazê erênî bû. Ev tişt di nameya ku nûnerê şandeya Holandî ji wezîrê derve yê Holandayê gihand Rêveberiya Xweser, diyar bû. Di nameyê de diyar dikin ku ew desteka avakirina dadgehek navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Her wiha tevahiya şandeyan amadekariyên xwe ji bo pêşkêşkirina desteka pêwîst ji bo jinûveavakirina herêmê û pêşkêşkirina xebatên xizmetguzariyê vegotin. Bi taybet ji herêmên wek Dêrazor, Reqa û Tebqayê ku nû hatine rizgarkirin.  

Li gorî nûnerên her du wezaretên derve yên Firansa û Holandayê, tê payîn ku civînek biçûk girêdayî Sûriyê di 25 û 27`ê Hezîranê de li peytexta Firansa Parîsê bi tevlibûna Firansa, Holanda, Emerîka, Berîtanya, Almanya, Sûidiye, Misir û Urdinê li darkeve. Da ku makenîzmeya destekdayîna Rêveberiya Xweser û tevlikirina wê di prosesa siyasî de were nîqaşkirin.

Di hevdîtinek taybet de li gel ajansa me hevserokê Gerînendeya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Umer ew serdan bi girîng wesifand û got: “Rêveberiyê û şandeyan nêrîn bi hev re parve kirin û rewşa Sûriyê bi giştî û herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê bi taybet niqaş kirin. Her wiha bal kişandin ser prosesa siyasî ya li gorî civînên Cinevê. Biryara navneteweyî ya hejmar 2254, pêwîstiya tevlibûna nûnerên Rêveberiya Xweser di prosesa siyasî û komîteyên amadekirina destûrê de.”

Umer diyar kir ku DYE`yê û dewletên Ewropayê soza tevlîkirina wan di prosesa siyasî de ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dane.

Umer hêvî kir ku ev serdan bibin destpêka xurtkirina têkiliyan di navbera Rêveberiyê û civaka navdewletî de. Hewl bidin Sûriyeyek nû, demokratîk û nenavendî ava bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din