Di topbarana dagirkeran de welatiyekî jiyana xwe ji dest da

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên sibê de li ser navçeya Til Rifatê de welatieykî jiyana xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Îro saet di 07:20`an de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navçeya Til Rifat a kantona Şehbayê topbaran kir. Zêdetirî 20 topan li navenda navçeyê ketin. Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Emîn Îbrahîm Çawîş jiyana xwe ji dest da.

Nûçegihanê me diyar kir ku Emîn Îbrahîm (60) ji gundê Bafelûn ê navçeya Şera ye. Her wiha nûçegihanê me tekez kir ku welatiyê bi nave Şervan Mihemed Dolîko ji navçeya Şera ye di encama topbaranê de birîndar bû û ji bo tedawiyê rakirin Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê.

Nûçegihanê me destnîşan kir ku topbaran yekser li ser sûka navçeyê û malên sivîlan pêk hat. Her wiha diyar kir ku topbaran gihîşt gundê Bêlûniyê û Eyn Denqnê yên navçeya Şera.

(bx)

ANHA


Mijarên Din