Di topbarana firneya Qamişlo de, du sivîl şehîd bû, 6 jî birîndar bûn

Di encama topbarana artêşa Tirk a dagirker şeva din li ser frineya bajarê Qamişlo,  du sivîl şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn.

Şeva din, artêşa Tirk a dagirker fineya alî ya navendî ya bajarê Qamişlo, ku nîvê gelê Qamişlo nan jê dibe, topbaran kir.  îro diyar bû ku di encama topbaranê de, du sivîl şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn.

Nûçegihanên me navê yek şehîdî bi dest xist ku navê wî Hesen Silêman Elî. Her wiha ji birîndaran jî navê 4 bi destxist û ew jî wiha ne: Hesen Nasir Eswed, Mûnîr Xidir El-Elawî, Fadil Cedan El-Tiqtiq û Hebîb Mihemed Reşad Hebo.

(kc)

ANHA

 


Mijarên Din