Di topbarana Israîlê de li Quneytrayê de leşkerekî Sûriyê hate kuştin

Li medayayên girêdayî rêjîma Sûriyê di encama topbaran Israîlê ya li ser Til El-Şear ê gundewarê Quneytrayê de birîndar hene û erebeyek leşkerî hate rûxandin

Çavkaniyek leşkerî ji telefizyona Sûriyê re got: "Saet 21:10`an Îsraîlê yek ji nuqteyên leşkerî yên me li rojhilatê Xan Ernebe kir hedef, di encamê de leşkerek Sûrî hate kuştin û yek din jî birîndar bû.

Şamê jî beriya çend rojan ragihandibû ku balafirên Îsraîlê nuqteyek lşekrî li Misyafê kiribû hedef di encamê de hindek avahî hatibûn rûxandin û hejmarek leşkerên Sûriyê birîndar bibûn.

 


Mijarên Din