Di topbarana li Helebê de hejmarek sivîl birîndar bûn

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku li bakurê rojavayê bajarê Helebê xwe bi cih kirine, taxa Xalidiyê ya bajêr topbaran kir, di encamê de hejmarek sivîl birîndar bûn.

Nûçegihanên me ji Helebê diyar kirin ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam saetên beriya fitarê deverên Helebê yên di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyê de topbaran kirin.

Hate destnîşankirin ku herî kêm 11 top li taxa Xalidiyê ya bakurê bajêr ketin. Li gorî agahiyên destpêkê hejmarek sivîl birîndar bûn.

Li aliyekî din jî hejmarek fûz li qada Qeleçî ya kolana Nîl ketin. Girêdayî ziyanan agahî nehatin zanîn.

Hêzên rejîma Sûriyê bargehên çeteyên topbaran dikin.

Hate diyarkirin ku balafirên şer ên rejîma Sûriyê li herêmê digire.

ANHA


Mijarên Din