Di topbarana li ser Helebê de 6 sivîl mirin, 15 birîndar bûn

Di topbarana komên çete yên li ser taxên Helebê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 15 birîndar bûn.

Çavkaniyan ji ajansa me ANHA‘yê re diyar kirin ku komên çete yên li derdoraê Helebê xwe bi cih kirin bi hawin û obusan taxên Minîn û Heleba Nû yên bakurê bajarê Helelê topbaran.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, di topbaranê de 6 sivîl mirin û bi kêmanî 15 jî birîndar bûn. Her wiha ziyan gihiştin mal û milkan.

Îro jî mûşekek li dora El-Qesir El-Beledî ya li navenda bajarê Helebê ket. Di encamê de pitikek bi giranî birîndar bû.

ANHA


Mijarên Din