Di topbarana li ser Şêrawayê de sivîlek birîndar bû

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker vê êvarê gundê Başemrê yê navçeya Şêrawayê topbaran kir. Di enamê de sivîlek birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me dan, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê gundê Başemrê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê bi obus û hawnan topbaran kir.

Di topbaranê de sivîlek birîndar bû. Şêniyan sivîlê birîndar rakirin nuqteyên tenduristiyê yên li Şehbayê.

Di heman dema topbaranê de balafirên keşfê li esmanê navçeyên Şera û Şêrawayê difiriyan.

ANHA


Mijarên Din