Di topbarana li ser Til Temirê de welatiyek şehîd bû

Di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker li ser gundê Selmase yê başûrê rojavayê Til Temirê de welatiyeke şehîd bû.

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê dane, dewleta Tirk a dagirker gundê Selmase yê başûrê rojavayê Til Temirê saet 03:30’an vê sibehê bi çekên giran topbaran kir, di encamê de welatiyê bi navê Îbrahîm Mihemed Heşê (55) ku koçberê ji gundê Sîbate yê li bakurê rojavayê Til Temirê ye, şehîd bû.

Li gorî çavkaniyekî tibî, beriya welatî bigihîne nexweşxaneyên Hesekê û ji ber birîna giran şehîd bûbû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din