Di topbarana rejîmê de li ser Kefer Uwêd sivîl hatin kuştin

Vê sibehê, 5 sivîl û di nav de jî 2 zarok û jinek bi bombebarana balafirên şer ên rejîma Sûriyê li dijî bajarokê Kefir Uwêd ku dikeve herêma Meret El-Niuman a Idlibê, mirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan binpêkirinên balafirên hêzên rejîmê ya komkujiya bajarokê Kefir Uwêd ku dikeve herêma Meret El-Nuiman a Idlibê ku bûye sedema kuştina 5 sivîl jê 2 jin û 2 zarok in û li rexê jî 10 birîndar hene, belge kir.

Ji vê sibehê ve, hejmara êrîşên hewayî yê hêzên rejîmê ku pêk anîne gihaştine 42’yan. Êrîşên hewayî li dijî Meret Hirme, Kefir Uwêd, Meret Sîn, Hizarîn, Çiyayê Erbeîn, Sifohin, Kinsefre, Ihsim, Dêr Sinbul, Fiqêh, derdora Kefir Nibul, Xan Şêxon, Termela, Şêx Mistefa, Erîbene, Kersea yên li bejahiyên başurê Idlibê, pêk hatin.

Li aliyekî dîtir jî derdora Kebanê ya Çiyayê El-Ekrad ê bajahiya bakurê Laziqiyê rastî bombebaranên dijwar ji dehan roketan ji hêla hêzên rejîmê ve, hat.

(fr)

 


Mijarên Din