Di van demên aloz de cotkarên Şehbayê mewsima xwe ya payîzê diçînin

Komîteya Çandinî  û Cotkaran li kantona Şehbayê, li gel metirsiya Koronavîrûsê li gund û navçeyên kantonê dest bi çandina mewsima payîzê kirine.

Di van deman de her sal çotkar piştî çinîna berhemên havînê dest bi çandina zeviyên xwe yên payîzê  dikin.

Ji zeviyên payîzê yên herî girîng ji şêniyan re ku li Şehbayê tê çandin kartol e,  ji ber ku herêm bi çandiniya wê navdar e. Her wiha li gorî Komîteya Çandinî û Cotkaran a Şehbayê berhema kartolan li Şehbayê ji sedî 70 heta bi 80’î ye.

Komîteya Çandiniyê berhema kartolê ya merheleya duyemîn li kantona Şehbayê bi rûbera 45 hekartî çand û li rex wê jî 12 hektar sebze çand.

Kantona Şehbayê ji aliyê çandiniyê ve dibe du beş, beşê rojhilat ji navçeya Fafîn û gundên derdorê sebze tê çandin , lê beşa rojava ji naçeya Ehres û derdora wê pêk tê ku kartolan diçînin.

Cotkar di dema mewsimê de baldariya çandiniya xwe dikin, her wiha di her mehekê de 3 caran mewsima xwe av didin. Li gel wê jî semad di demên wê de lê direşînin.

Li gorî Komîteya Çandiniyê  ji bo serketina mewsim û berhema wê semada yorya 46 baş e. Ew sedema jî ji semadên herî baş ên dema payîzê ye.

Her sal di mewsima çandiniyê de li kantona Şehbayê 400 karker bi komîteya çandiniyê re bi nirxa 500 lîreya Sûrî her seatê dixebitin .

Girêdayî mijarê endama rêvebiriya Komîteya Çandiniyê ya Kantona Şehbayê Îman Husên ji ANHA’ yê re axivî û li ser mewsimê çandiniya payîzê li herêmê wiha got : "Komîteya Çandiniyê û hin ji cotkaran dest bi çandiniya mewsima payîzê kirine û kartolan diçînin " . 

Îman  piştrast kir cotkar di van demên aloz de ji ber belavbûna pendemiya Koronavîrus, qedexeya derketina derve, aloziya  veguhezandina di navbera gund û navçeyan de û dorpêça hikumeta Sûriyê ku nahêle mazot derbasî kantonê bibe, azaran dikişînin."

Îman diyar kir ku nêzî 400 karkerî ji koçberên Efrîn û şêniyên Şehbayê bi Komîteya Çandiniyê re kar dikin. Îman Husên destnîşan kir ku piştî çinîna berhemên çandiniyê li kantona Şehbayê ku milkiyeta wê ya Komîteya Çandiniyê ye, li ser şêniyên Efrîn û herêmê bi rêya komînan alîkarî tê belavkirin.

ANHA


Mijarên Din