Di vemirandina şewatên zeviyan de 5 sivîl jiyana xwe ji dest dan û 3 din jî birîndar bûn

5 şêniyan dema hewl didan bi tîmên agirvemirandinê re şewatên ku di nav zeviyên gundên Til Elo û Girê Fatî yên navçeya Til Koçerê de vemirînin jiyana xwe ji dest dan û 3 şênî jî birîndar bûn.

Îro piştî nîvro agir bi zeviyên derdora gundên Til Elo û Girê Fatî yên gundewarê navçeya Til Koçerê ya herêma Dêrikê ket.

Tîmên agirvemirandinê û komîteyên sivîl bi lez berê xwe dan cihê bûyerê.

Li gorî agahiyan 5 şêniyên  ku alîkariya tîman dikirin, jiyana xwe ji dest dan û 3 şênî birîndar bûn hindek ji wan haletên wan xeter e. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Tîmên agirvemirandinê û şênî agir kontrol kirin.

Berdewama wê tê…

 

 


Mijarên Din