Di xutbeya Înê de banga azadiya fîzîkî ya Ocalan hate kirin

Di xutbeya Înê de bang li rêxistinên hiqûqî hate kirin ku erka xwe pêk bînin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bikin.

Di xutbeya îro Înê ya li mizgefta Mezin a taxa Şêxmeqsûd a Helebê de îmamê mizgeftê Ebdulrehman Xezo bal kişand  ser fikrê aştiyane yê  Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li ser wî hatiye ferzkirin. Ebdulrehman bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî kir ku erka xwe ya li beramberî "Rêbertiyê aştî, hezkirin û biratiya gelan" pêk bîne û azadiya fîzîkî ya Ocalan pêk bîne.

Xezo li pêşberî bi sedan kesan got: "Em bi  çavên xwe dibînin çawa dîktator Erdogan der heqê bi hezaran girtiyên ku di greva birçîbûnê de zulmê dimeşîne."

Ebdulrehman Ezo anî ziman ku Ocalan hat girtin ji ber ku banga hezkirin, demokrasiyê û jiyana hevbeş dike.

ANHA


Mijarên Din