Di xwepêşandana li Ranyayê de nûçegihanekî jiyana xwe ji dest da

Di xwepêşandana vê êvarê ku li navçeya Ranyayê pêkhat û alozî derket de, nûçegihanê kanala Gelî Kurdistan yê bi navê Huner Resul jiyana xwe ji dest da.

Di saetên êvarê de li navçeya Ranya ya navenda îdareya Raperîn, xwepêşandanek li dijî hikûmetê hate lidarxistin. Di dema xwepêşandanê de di navbera xwepêşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Di nava xwepêşandanê de nûçegihanê Kanala Gelî Kurdistan Huner Resûl jiyana xwe ji destda.

Sekreterê Şaxa Silêmanî ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Karwan Enwer, li ser hesabê xwe yê Facebook’ê  diyar kir ku, Huner Resûl ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.


Mijarên Din