Di xwepêşandanên li Iraqê de 7 kes birîndar bûn

Duh di saetên derengiya şevê de piştî ku hêzên ewlehiyê bombeyên gazê avêtin ji bo bidawîkirina xwepêşandana li qada Tehrîr a Bexdayê, herî kêm 7 kes birîndar bûn.

Şeva Yekşemê xwepêşandanan careke din li qada Tehrîr a Bexdayê û hin bajarên din ên Iraqê dest pê kir. Bi dehan xwepêşandêran qada Tehrîr a ber bi herêma El-Xedra ya navenda Bexdayê, girt.

Xwepêşandêr paşdeketina xizmetan û di serî de kehrebe, ptotesto dikin.

Hêzên ewlehiyê bombeyên gazê avêtin da ku xwepêşandêran dûrî qadê bixin. Di encama wê de herî kêm 7 xwepêşandêr, bêhna wan çikiya.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ê Iraqê got hin bûyer di qada xwepêşandanê de çêbûn, lêkolîn der barê wan de hat kirin û hesab dê were xwestin.

 (bx)


Mijarên Din