Di xwepêşandanên li Iraqê de kesek mir, 200 birîndar bûn

Hikûmeta Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên li gelek deverên welat de alozî derketibûn, di encamê de  kesek mir û 200 jî birîndar bûn.

Îro li gelek deverên Iraqê li dijî kêmbûna xizmetguzariyê û bê kariyê xwepêşandan hatin li darxistin.

Buroya ragihandinê ya hikûmeta Iraqê daxuyaniya hevpar a Wezareta Tenduristiyê û Wezareta Hundirîn weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber aloziya di xwepêşandanan de derketî de kesek mir, 200 jî birîndar bûn, di nav de 40 endamên hêzên ewlekariyê ne.

Li gorî berpirsên tenduristiyê hêzên ewlekariya Iraqê bi guleyên lastîkî û gazên îsotê mudaxeleya xwepêşandanan kirin.


Mijarên Din