di xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, fermandarek Supayê Pasdaran hat kuştin

Xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên li dijî qetilkirina Jîna Emînî di roja 15’emîn de didomin. Di xwepêşandanan de dirûşmên “Jin jiyan azadî” û “Ji bo dîkdator mirin” tên bilindkirin. Hat gotin berpirsek ê Supayê Pasdarên Îranê li Merîwanê hat kuştin.

Xwepêşandan û nerazîbûnên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 15’emîn de didomin. Di saetên êvarê de carek din li gelek bajaranên Rojhilatê Kurdistan û Îranê gel daket qadan û hêrsa xwe ya li dijî zilma rejima Îranê anî ziman.

Xwendekarên Zanîngeha Pîşeyî ya Şerîf a Tehranê xwepêşandan lidar xist, hêzên rejimê êrişî xwendekaran kirin û pevçûn derketin.

Li Metroya Şerîetê ya Tehranê jî xwepêşandan hat lidarxistin, di xwepêşandanê de dirûşma “Ji bo dîkdator mirin” hatin bilindkirin.

Di saetên êvarê de carek din li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê jî gel daket kolanan. Li navçeya Şapur a Esfehanê jî alozî di navbera xwepêşandêr û polîsan de derket. Li gor dîmenên hatine belavkirin, li gelek cihan agir hatiye pêxistin.

Li bajarê Şehir Kurd jî gel bi dirûşmên “Ji bo dîkdator mirin” daketin qadan.

Her wiha li Zanîngeha Sine jî xwendekaran xwepêşandanek lidar xist. Hejmarek xwendekarên jin ên bajarê Seqiz jî li çerxerêya Azadî ya Seqizê kefiyên xwe ji serê xwe kirin û govend gerandin.

Li aliyê din Aryen Tv ragihand, piştî ku duh li Merîwanê di xwepêşandanan de yek ji fermandarên Supayê Pasdaran Daqid Ebdulahî birîndar bibû, îro ji ber birîna xwe ya giran di nexweşxaneyê de miriye.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê îro bilançoya dawî ya xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê belav kir. Li gorî bilançoyê heta niha 133 kes bi êriş û guleyên rasterast ên hêzên rejîma Îranê hatine qetilkirin


Mijarên Din