Di xwepêşandanên li Sûdanê de 5 kes hatin kuştin

Komîteya Bijîşkên Navendî ragihand ku di xwepêşandanên li bajarên Sûdanê yên ji bo xistina pergala serok Omer El-Beşîr de, 5 kes hatin kuştin.

Komîteya Bijîşkên Navendî li Sûdanê, ragihand ku di xwepêşandinên ku şevê din li Xertûm û bajarên din li dijî hikumeta serok Omer El-Beşîr hatin lidarxistin de, 5 kes hatin kuştin.

Reutersê ragihand ku polîsên Sûdanê jî ragihandiye ku di xwepêşandanê de kesek miriye. Berdevkê polîsan got xwepêşandan li kolana El-Erbîn li bajarê Um Derman pêk hatin û diyar kir ku tê de sivîl û polîs birîndar bûne.

Duh bi hezaran gelê Sûdanê daket meşên ji hev cuda, ber bi navendên fermandariya giştî ya artêşa Sûdanê li Xertûmê ve. Gel alên Sûdanê rakirin û dirûşmên daxwaza azadî, aştî û adaletê berz kirin.

Polîsan bi gaza îsotê êrîş li xwepêşandêran kir û di encamê de gelek kes birîndar bûn.

(jo)


Mijarên Din