Dibe ku civînek di navbera Trump û Lavrov de çêbe

Koşka Spî diyar kir ku ew ji bo lidarxistina civîneke muhtemel di navbera serokê Amerîkayê Donald Trump û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de dixebitin.

Şêwirmendê serokê Amerîkayê yê karên ewlehiyê Robert O'Brien ji televîzyona CBS a Amerîkayê re bersiva pirsa têkildarî civînekê di navbera Trump û Lavrov de wiha got: "Divê hûn li bendê bin da ku hûn encamê bibînin, em ji bo vê yekê dixebitin."

Her wiha şêwirmend bersiva armanca hevdîtinê da û wiha got: "Dema ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo çû Rûsyayê, serokê Rûsyayê ew dît, ez texmîn dikim ku mijara tevgerê mîna hev e, em wê yekê lêkolîn dikin, lê di heman demê de li tiştan digerin. Em ê bibînin ka em dikarin bigihîjin wê."

O'Brien diyar kir ku civîna di navbera Trump û Lavrov dê axaftineke giştî be der barê kontrolkirina çekan de.

 (jo)


Mijarên Din