‘Dibe ku krîza aborî bibe sedem ku Îran ji Sûriyê derkeve’

Nûnerê DYA’yê yê kar û barên Îranê Brian Hook got derbasbûna Îranê ya Sûriyê gefan li qada aboriyê dixwe û piştrast kir ku muhtemel e ev krîz bihêle Îran ji Sûriyê derkeve.

Kovara Foreign Policy a Amerîkayê hevpeyvînek bi berpirsê dosyaya Îranê yê di Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de Brian Hook re çêkir û diyar kir ku lawazkirina rola Îranê li Sûriyê, ji Rûsya û Sûriyê re qezencek e.  

Brian Hook da zanîn ku di demekê de ku Koronavîrusê aboriyê Îranê hilweşandiye, gelek sedem hene ku Îran ji Sûriyê vekişe. Hook parve kir ku DYA bûye şahidê vekişandina taktîk a hêzên Îranê ji Sûriyê, her wiha milîsên bi piştgiriya Tehranê ji bo êrişkirina rejîma Esed a li dijî parêzgeha Idlibê gelek çek peyda kirin.

Hook daxuyand ku vekişandina Îranê ji Sûriyê, ji bo Rûsya û Sûriyê baş e, her wiha gelek dewlet dixwazin piştî şerê li Sûriyê ber bi senaryoyekê ve biçin û Îran kelema li beramber xebata siyasî ye.

Brian Hook wiha lê zêde kir: "Xwesteka Tehranê ya şerê wekîlan bi rêya Rojhilata Navîn dibe ku di vê dawiyê de pir kêm bûbe, bi taybet piştî mirina zêdetirî 7 hezar kesên heta niha bi Koronavîrusê ketine. Ev hejmar jî rayedarên amerîkî texmîn dikin ku ji vê zêdetir be.

(eh)


Mijarên Din