Dibistan û navendên koçber tê de ne hatin dezenfektekirin

Li bajarê Hesekê û gundewarê wê dibistan navendên ku koçberan lê hatine bicihkirin hatin dezenfektekirin.

Şewaba Koronavîrusê (Covid-19) her ku diçe belav dibe. Li gorî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha li herêmên rêveberiyê tu rewşên vegirtina vîrusê nehatin tespîtkirin.

Rêveberiyê ji bo rêgirtina li ber belavbûna wê gelek tedbîr hatin girtin. Ji wan tedbîran dibistan, sazî, deriyên sînor hatin girtin û qedexeya derketina derve hatiye ferzkirin ku di roja xwe ya heftemîn de berdewam dike.

Li seranserî herêmên rêveberiyên pêngvên paqijkirin û dezenfektekirin kolan, sazî navend hwd.. didomin.

Li bajarê Hesekê Mûdîriyeta Tenduristiyê bi hevkariya şaredariyan dest bi merheleya sêyemîn a dezenfektekirinê kir.

Di vê çarçoveyê de hemû dibistanên bajarê Hesekê, gund û bajarokên girêdayî wê, her wiha dibistanên ku koçber lê hatine bicihkirin, hatin dezenfektekirin.

Beriya niha mûdîriyetê hemû saziyên sivîl, xizmetguzarî û leşkerî yên bajêr û gundên wê dezenfekte kirin.

ANHA


Mijarên Din