Dibistana Cerah xewnên ciwanan ên futbolê pêk tîne

Rayedarên dibistana Cerah a futbolê ya li navçeya Tirbespiyê armanc dikin ku çanda werzîşê di nava nifşan de belav bikin. Lîstikvanên tîma Cîhadê û tîma Sûriyê dibêjin xewnên wan di pêşxistina werzîşa futbolê de niha pêk tên.

Ji bo pêşxistina werzîşê û belavkirina çanda wê di nav nifşan de, gelek werzîşvanan dibistanên werzîşê li herêma Cizîrê vekirin, bi armanca ku zarokan fêrî rêgezên bingehîn ên futbolê bikin.

Dibistana Cerah a Futbolê piştî Dibistana Biratî, duyemîn dibistan li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi vê armancê tê vekirin.

Dibistan li ser mîrasa tîma Cerah a futbolê hate vekirin. Ev tîm di gelek turnuvayên herêmî de bûbû şampiyon. Herî dawî Turnuvaya Heysem Keco ya sala 2003`yan.

TÎM JI NÛ NE HATE AVAKIRIN

Dîroka tîma Cerah vedigere destpêka salên 1990’î. Ciwanên êzidî yên gundên navçeya Tirbespiyê ev tîm ava kir. Tîm jî navê xwe li ser herêma bakurê navçeyê ku bi Cerahê tê, girt. Tîm di gelek turnuvayan de li ser asta herêmî bûbû şampiyon. Piştre tîm fireh bû û gelek lîstikvanên ji pêkhateyên din ên li dora gundên êzidiyan tev lê dibin.

Ji ber rewşa jiyanê ya nebaş di encama siyasetên hikumeta Şamê de li dijî Kurdan bi taybet êzidiyan û ji ber ku girîngî ji vî warî re nedihat pêşkêşkirin, gelek ciwanên êzidî neçar man ji gundên xwe ber bi bajarên Sûriyê û dewletên Ewropayê ve koçber bibin da ku bikarin debara xwe peyda bikin. Vê yekê bandor li tîmê kir û salên di navbera 2008 û 2018`an de rawestî.

Ji bo pêşxistina warê werzîşê û ji bo piştgiriya zarokan, lîstikvanên tîmê yên berê û yên li derveyî Sûriyê biryar da ku desteka pêwîst pêşkêş bikin û tîma Cerah careke din li gundên êzidiyan ava bikin. Di sala 2018`an de tîm careke din ava bû û cihê xwe di Yekitiya Werzîşê ya futbolê ya herêma Cizîrê de girt, piştre tev li gelek turnuvayan li ser asta herêma Cizîrê bû.

DIBISTANA CERAH ZAROKAN JI HER DU ZAYENDAN KOM DIKE

Beriya demekê ji ber pêwîstiya belavkirina werzîşê û eleqedariya bi zarokatiyê, rêveberiya tîmê bi desteka pêşkêşkirî, dibistana futbolê vekir û zarokên ji gundên êzidiyan û yên li dora wê tev lê bûn. Ya ku balê dikişîne ew e ku dibistan zarokan ji her du zayendan pêşwazî dike û pêdiviyên pêwîst bê pere ji wan re pêşkêş dike.

Niha 60 zarok ji her du zayendan ve ji pêkhateyên cuda tev li dibistanê bûne. Ji hêla perwerdekarên pispor mîna parêzvanê berê yê kluba Cîhad Îmad Îsa ve li Stada Şehîd Sebrî ya li gundê Otcele perwerdeya xwe dibînin.

Endamê rêveber ê dibistanê Orhan Ferho destnîşan kir ku dibistan bi hevkariya şêniyan hate vekirin û deriyê dibistanê ji tevahiya zarokan ji tevahiya pêkhateyan re vekiriye.

Orhan îşaret pê kir ku dibistan bi desteka ciwanên êzidî yên li derveyî welêt bi armanca belavkirina çanda biratiyê û hezkirinê bi rêya futbolê hate vekirin.

`XEWNA ME PÊK HAT`

Îmad Îsa golparêzê berê yê kluba Cîhad û tîma Sûriyê çavdêriya perwerdeyên dibistanê dike. Îsa da zanîn ku perwerdekirina zarokên êzidî ji bo wî cihê serfiraziyê ye û xewnek pêk tê. Îsa diyar kir ku berê hesreta ciwanên Kurd ên werzîşê dikin bû li ser ekranên televîzyonê derkevin û girîngiya wan hebê.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din