Dibistana Kampa Newroz deriyê xwe ji xwendekaran re vekir

Piştî ku Rêveberiya Kampa Newroz a li herêma Dêrikê dibistan di nav kampê de amade kir, zêdetirî 100 xwendekarên ku neçar mane ji Serêkaniyê koçber bibin, berê xwe dan dibistanê.

Ji ber êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, bi hezaran xwendekar ji mafê xwendinê bê par man û neçar man bi malbatên xwe re ji warên xwe koçber bibin.

Aliyên têkildar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dan di nav kampan û cihên ku koçber lê bicih bûne dibistanan vekin.

Di nav Kampa Newroz a li herêma Dêrikê de, zêdetirî 60 malbat ji koçberên bajarê Serêkaniyê û gundewarê wê dimînin. Jê 100 zarok di temenê dibistanê de hene.

Bi armanca vegerandina xwendekaran ji xwendinê re, Rêveberiya Kampa Newroz bi koordîneya Navenda Perwerdeyê ya Dêrikê dibistanek li kampê vekir. Piştî bidawîbûna xebatên vekirinê, prosesa perwerdeyê destpê kir.

Ji bo wê mamosteyên di warên zimanên Erebî û Kurdî de pispor in hatin erkdarkirin. Xwendekar li gorî temenên asta seretayî hatin dabeşkirin. Tê de materyalên herêmê têne fêrkirin.

Her wiha Rêveberiya Kampê û Navenda Perwerdeyê tevahiya pirtûk û pêdiviyên din li gorî derfetan peyda kirin. Rêveberiya Kampê bi rêveberên Navenda Perwerdeyê re nîqaş dike ku di zûtirîn dem de pêdiviyên xwendinê ji xwendekaran re peyda bikin da ku li wan belav bike.

Girêdayî mijarê mamosteya bi navê Barîn Osman got: "Armanc ji vekirina dibistanê ew e ku em zarokan vegerînin daniştokên xwendinê. Ev însiyatîf bû cihê kêfxweşiya xwendekar û malbatên wan."

Barîn destnîşan kir ku vekirina dibistanê di kampê de rolek di sivikkirina azarên xwendekaran de dilîze û bi awayekî erênî bandor li wan dike.

Xwendekara bi navê Sînem Sîdo (di refa şeş de) kêfxweşiya xwe bi vegera dibistanê anîn ziman û got: "Ez gelek şa me ji ber ku dikarim xwendina xwe temam bikim."

(şx)

ANHA


Mijarên Din