‘Dibistana Malê’ di Rojava TV de dest pê dike

Li gel qedexeya derketina derve û ji bo ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê bi rêya kanala Rojava TV ya girêdayî rêveberiyê dê perwerdeyê bide û ji bo vê yekê sîstema bi navê ‘Dibistana Malê’ çêkir.

Bi belavbûna pandemiya Koronavîrusê (Covid-19) li cîhanê re, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji destpêka Adarê ve rêzetedbîr girtin ku karibe rê li pêşiya vê pandemiyê bigire. Ji wan tedbîran tevahî dibistan, zanîngeh û peymangeh ji 14‘ê Adarê ve xistin betlaneyê.

Li ser vê biryarê li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 4 hezar û 317 dibistan hatin girtin, bi vê yekê 789 hezar û 225 xwendekar ji perwerdeyê qut bûn.

Ev ne cara yekemîn e ku dibistan li herêmê têne girtin. Dema ku êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê ku di 9‘ê Cotmeha 2019‘an de dest pê kiribûn, piraniya dibistanan dîsa hatibûn girtin.

Bi armanca ku xwendekar ji perwerdeyê qut nebin û li malê perwerdeyê dewam bikin, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê alternatîfek peyda kir. Di vê çarçoveyê de hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko li ser amadekariyên desteyê yên domandina perwerdeyê axivî.

Kewser Doko di axaftina xwe de îşaret bi xetereya Koronavîrusê kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina tenduristiya zarokan ku nifşên pêşerojê ne, dibistan girtin. Kewser ji ber rawestandina prosesa perwerdeyê mixabiniya xwe anî ziman û destnîşan kir ku ji ber xetereya vîrusa koronayê pêwîstî bi girtina dibistanan û parastina xwendekaran hate dîtin.

Kewser Doko bi bîr xist ku beriya niha anku bi destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê û hedefkirina dibistanan re, bi taybet li Serêkaniyê û Girê Spî dîsa ziyan gihîşt qada perwerdeyê.

Kewser di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku vekirina dibistanan di dema niha de zehmet e û got: "Ji ber ku dibistan cihê kombûna hejmareke mezin a xwendekaran e. Lewma pêwîst e mîna van kombûnan werin sekinandin da ku Koronavîrus li herêmê dernekeve."

Kewser destnîşan kir ku ji bo xwendekar ji perwedeyê qut nebin, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê sîstemek bi navê "Dibistana Malê" çêkir û got: "Bi rêya kanalên televîzyonê û malperên girêdayî Desteya Perwerde û Fêrkirinê dê wane werin dayîn."

Kewser li ser vê sîstemê got: "Dema heyî waneyên ku mamoste didin bi dîmen têne qeydkirin, piştre dê li ser kanala Rojava Tv werin weşandin. Dê wane ji refa yekê heta refa 11‘an werin dayîn. "

Kewser bang li şêniyan kir ku bi Desteya Perwerdeyê re hevkar bin, bi cidiyet li zarokên xwe binêrin da ku prosesa perwerdeyê dewam bike û ev tişt anî ziman: "Erkeke mezin dikeve ser milê malbatan, divê malbat zarokên xwe bişopînin û wan teşwîqî perwerdeyê bikin, reftarên wan kontrol bikin çawa dibistanê malê bi awayekî mezin bi pêş bixin."

Kewser Doko destnîşan kir ku dê belavokên hişyariyê der barê çawaniya pêşxistina prosesa perwerdeya "Dibistana Malê" de werin belavbikin.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko anî ziman ku dê deste bi rêya komîn, meclis û malbatan xwendekaran bişopîne.

ANHA


Mijarên Din