Dibistanên Hesekê yên ku koçber lê bi cih bûbûn careke din xwendekar pêşwazî kirin

Piştî li Hesekê 20 dibistan ji bo bicihkirina koçberan hatin valakirin, îro hezar û 25 dibistanên li kantonê hatin vekirin û 76 hezar û 906 xwendekar pêşwazî kirin. Hê jî li navçeya Til Temirê koçber di 13 dibistanan de hene.

Piştî artêşa Tirk a dagirker 9`ê Cotmeha 2019`an êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, hejmareke mezin ji şêniyan koçber bûn, ji ber vê Rêveberiya Xweser dibistan ji koçberan re vekirin û li wir bi cih kirin.

Ji ber ku dibistanan têra koçberan nedikir kampa Waşokanî di 1`ê Cotmeha 2019`an de li rojavayê Hesekê hate avakirin.

Rêveberiya Dibistanên Hesekê bi hevkariya meclisa kantonê, Meclisa Kar û Barên Rêxistinan û Meclisa Sivîl a Bajarê Serêkaniyê ji bo valakirina dibistanan ji koçberan komîteyek ava kir, da ku malbatên koçber li kampa Serêkaniyê ya nû hatiye vekirin, bi cih bikin.

Komîteyê da ku xwendekarên sala nû ya xwendinê pêşwazî bike, di 8`ê Tebaxa derbasbûyî de hin malbat ji dibistanan derxistin û hîn jî dibistan têne valakirin. Hejmara dibistanên hatine valakirin 20 eû malbat li kampê bi cih kirin.

Piştî dibistan hatin valakirin yekser rêveberiya dibistanan dest bi sererastkirina dibistanan û daniştek û tevahiya pêwîstiyên perwerdeyê dabîn kirin.

Hevserokê Rêveberiya Dibistanên Giştî yê Kantona Hesekê Azad Mehmûd diyar kir ku hejmara dibistanan li kantona Hesekê hezar û 25 e, hejmara mamosteyan jî 8 hezar û 646 e û hejmara xwendekarên her sê qonaxan 76 hezar û 906 e.

Par ji ber êrişên artêşa Tirk bi hezaran malbatên koçber bûn, li dibistanan bi cih bûn û vê yekê jî bandor li perwerdeyê kir, ji ber vê îsal dibistan hatin valakirin.

Rêveberiya Xweser dema li herêmê vîrusa Korona belav bû û li tevahiya herêmê bi sedan kes pê ketin, ji bo meşandina xebata perwerdeyê gelek tedbîr girtin.

Da ku kombûn zêde di fêrgehan de çênebe, Rêveberiyê refên li tevahiya dibistanan kirin du kom, her yek ji wan herî zêde ji 15 xwendekaran pêk tê û dûrî hev û din in.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku rêveberiyê diyar kiriye ku di hefteyê de her komek dê 3 rojan perwerdeyê bibîne, saetên perwerdeyê kêm kirin, ji bo bi şêniyan re nîqaşa mekanîzmaya perwerdeyê di demên belavbûna vîrusa Korona de bikin di her komînekê û taxekê komîteyek ava kir, da ku plansaziya xwe ji gel re parve bikin û ew jî zarokên xwe bişînin dibistanan.

(eh)

ANHA


Mijarên Din