Dibistanên Til Temirê dest bi perwerdeyê kirin

Şagirtên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li rexma êşên koçberiyê de perwerdeyê dibînin. Dêrûniya zarokan ji dagirkeriyê para xwe girtiye ku şagirt dibejin “Erdogan çima hevalên me koçber û qetil dike? Ji zarokan çi dixwazin?” Mamoste jî hewil didin ku dêrûniya zarokan vegerînin beriya 9'ê Cotmehê.

Dibistanên ku şagirt xwendina xwe lê berdewam dikirin, bûn cîhê koçberan. Piştî ku kampa Waşokanî hat ava kirin û dema xwendina zarokan dest  pêkir, koçberan berê xwe dan kampa Waşokanî. Lê wê şopa êş û azarên koçberan li wan  dibistanan de bimînin. Belê xwendin li navçeya Til Temir destpê kiriye, lê ev xwendin rûyên zarokan de jî diyar dibe ku ne xwendina berê ye. Ew ken ne kenê aramiyê ye. Zarokên ku ji hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê filitîn, di mejiyên wan de wêneyên hovîtiya Tirkiyê heye.

ÇAVÊN BÊSÛC ŞAHIDÊN HOVÎTIYÊ NE

Ji Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şagirt bê par neman. Encama êrişan de gelek zarok hatin qetilkirin û birîndar kirin. Ji ber koçberiyê jî gelek şagirt ji xwendinê bêpar man. Ji ber wê jî hijmara şagirtan kêm bûye. Ew dibistanên ku warê qêrîna kêlecan û heskirinê êdî bûye qêrîna xemgîniyê. Ev çavên bêsûc ku bûne şahidên hovîtiyê, wê ev çav di pêşarojê de wan bûyeran ragihînin nifşên nû.

126 DIBISTAN Û 500 ŞAGIRT

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê hin jî li ser gundewarên Til-Temir berdewam dikin. Di bin wan êrîşan de şagirt berê xwe didin dibistanan. Li navçeya û gundewarên Til-Temir de 126 dibistan hene. Ji ber bicîhbûna koçberan li dibistanan de hin jî gelek dibistana de xwendin nehatiye destpê kirin. Li van dibistanan de perwerde bi zimanê Kurdî û Erebî tên dayîn.

DI NAV HISTIRÊ ÇAVAN DE GOT: "JI ME ÇI DIXWAZIN?''

Dibistana Meyselûn ya navçeya Til Temirê bi 102 şagirtan re dest bi perwerdeyê kirin. Di polên dibistanê de em rastî şagirtek çav bi rondik hatin. Maya Ferhan şagirtek pola 4’ê ye û dixwaze bibe mamosteyê zimanê Kurdî. Maya di nav histirê çavên xwe de dibejê: “Ji ber êrişên dewleta Tirk hevalên me ji dibistanan dûr ketine. Gelek hevalên me koçber bûne û em belav bûne. Erdogan ji me çi dixwaze, em zarokin tu zerera me ji ti kesî re tine ye. Hemû der talan kir hevalên me qetil kir. Çi ji me dixwaze?  Ez dixwazim ruxmî êrişan jî hemû hevalên me bên dibistanên xwe û ev şer li ser wan bandor neke. Niha dema xwendinê ye, ne dema li mal rûniştinê ye.”

Dibistanên ku şagirt lêyîstokên jiyanî û perwerdekirî dilîyîstin niha encama rûmane êrişan re heya lêyîstokên wan kirine ku lêyîstokên şer dilîyîzin. Mamosteyên dibistanê hewil didin ku rewşa wan şagirtên vegerînin dema aramiyê û derûniya wan baş bikin.

'DIXWAZIN DERÛNIYA ZAROKAN JI DAGIRKERIYÊ RIHET BIKIN'

Tekildarî derûniya zarokan mamosteya zimanê Kurdî Cîhan Yûnis ji me re axivî. Emel got: “Ruxmî êrîşan hijmara şagirtan baş e. Em hewildidin xwe bigihînin zarokên ku nehatine dibistanan. Ji bo dêrûniya zarokan jî hewildanên me hene ku baştirin bikin. Em hewildidin bi riya werzîş, çand û hunerê re wan keyfxweş bikin û ji dêrûniya dagirkeriyê dûr bixin. Erka me hem berxwedan hem jî perwerdekirina zarokan e. Em naxwazin di nav êrişan de zarokan perwerde bikin, lê em jî neçar in. Em bi hêvî ne ku hemû malbat zarokên xwe rê bikim dibistanan û wan ji perwerde bêpar nehelin.”

ANHA


Mijarên Din