Dihêman: Armanca bûyerên qetilkirinê belavkirina fitneyê di navbera êlên Ereb de ye

Rûspiyê êla Benî Seba Ehmed Dihêman ê ji qebîleya Tay a Ereb, bûyera kuştina şêxê êla Agîdat Metşir El-Hefel şermezar kir û diyar kir ku armanc ji van bûyeran çandina fitneyê di navbera pêkhateyan de û têkbirina hevgirtina wan e.

Ajandeyên derve bi awayekî domdar hewl didin tevliheviyê di navbera êl û qebîleyên Ereb ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de çêkin. Bi taybet dewleta Tirk a dagirker a ku rêbazên kirêt di vî warî de bi kar tîne. Dewleta Tirk bi armanca çandina fitneyê li herêmê, şaneyên veşartî bi kar tîne ji bo ku gel li dijî Rêveberiya Xweser sor bike.

Di vê dawiyê de gelek rûspiyên êlên Ereb ên ku bi xebatên xwe ji bo rûniştandina rêgezên biratiya gelan û hevgirtina nîştimanî têne naskirin, hatin kuştin. Mîna qetilkirina endamê Meclisa Sivîl a Reqayê Umer Elûş di Adara 2018`an de, qetilkirina hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Merwan Fitêh di Kanûna 2018`an de, qetilkirina Beşîr Fasîl El-Hiwêdî di 2`yê Mijdara 2018`an de, qetilkirina şêx êla El-Afdale mezintirîn êlên Reqayê û serokê Komîteya Êla Begara ya Meclisa Qebîleyê û berdevkê qebîleya Agîdat ê Dêrazorê Silêman El-Qesar di 31`yê Tîrmehê de û herî dawî qetilkirina şên êla Agîdat Metşir El-Hefel di 2`yê Tebaxê de.

Rûspiyê êla Benî Seba ya girêdayî qebîleya Tay a Ereb li Til Hemîsê Ehmeh Dihêman bûyera qetilkirina şêx Metşir El-Hemûd El-Cedan El-Hefel û şêx Îbrahîm El-Xelîl El-Ebûd El-Cedan El-Hefel şermezar kir.

‘ARMANCA BÛYERA QETILKIRINÊ BELAVKIRINA FITNEYÊ YE’

Dihêman destinîşan kir ku ev kiryar tirsonek e û berpirsên wê jê belavkirina tevliheviyê di navbera êlên Ereb de armanc dikin û wiha domand: “Bûyera li gundewarê Dêrazorê çêbûye heger êl û pêkhateyên herêmê nebûn yek, sûcdar nehatin girtin û nehatin cezakirin, dê li herêma Hesekê û Reqayê pêk were.”

Dihêman di nav gotinên xwe de ji tevahiya êlan û şêniyan hêvî kir ku rê li pêşiya van kiryaran bêne girtin û sûcdar werin girtin, da ku werin dadgehkirin û got: “Gelê me bi welatê xwe ve girêdayî ye. Divê em alîkariya aliyên têkildar bikin da ku rastiya bûyera qetilkirina şêx Metşir El-Hefel nas bikin.”

Dihêman bal kişand ser ku êlên Ereb hewl didin aştiyê li herêmê peyda bikin û li dor hev kom dibin ji bo ku her kesê hewl dide ewlehiya welêt bihejîne eşkere bikin.

Di dawiya gotinên xwe de Dihêman sersaxî ji êla Agîdat re xwest.

(şx)

ANHA


Mijarên Din