Dijminahiya dewleta Tirk a sedsalî ya li dijî Kurdan, rêbazên şer ên kevn û nû

Dewleta Tirk a ku sed sale bi êrîşên qirkirinê hewl dide kurdan ji holê rake, vê carê bi rêbazen nû û kevin hewl dide şoreşa Rojava tesfiye bike.

Dewleta Tirk ji destpêkê ve hewl da şoreşa Rojava asteng bike û ji bo tesfiyekirina wê, siyaseteke aktîf meşand. Ji bo vê yekê jî destekeke xurt da çeteyên El-Qaîde, DAIŞ û El-Nusrayê. Lê dîsa jî şoreşa gelan derbeyên giran li wan koman dan ku desteka xwe ji Erdogan digirin û şoreş roj bi roj mezin bû ku niha gelên cîhanê jî xwedî lê derdikevin.

Hikumeta faşîst a Erdogan-Bahçelî û MÎT’a dewleta Tirk nesekinî û nasekine jî. Bi van organîzasyonên sûc re MÎT aktîftir kirin û hewldanên têkbirina şoreşa Rojava berdewam dikin. Lê belê vê carê rêbazên cudatir bi kar tînin ku hewl didin ji hundir ve lê bixin.

Dewlet bi xwe organîzasyoneke şerê taybet in û nemaze dewleta Tirk li dijî Kurdan her cure polîtîkayên têkbirin, pêpeskirin û qirkirinê ji hundir ve dide meşandin û ev yek jî beşeke vî şerê taybet e. Her çend di dîroka sedsalî ya dewleta Tirk de gelek caran hatibe tecrubekirin jî, hê jî israra wan a van polîtîkayan didome.

DIJMINAHIYA BÊDAWÎ YA DEWLETA TIRK A LI DIJÎ KURDAN

Êrişên li dijî şoreşa Rojava ji paradîgmaya antî-kurd a sedsalî ya dewleta Tirk cuda nîn in.

Wek dijminahiya herî berbiçav jî polîtîkayên qirkirina fizîkî, îskan, tedîb û tenkîlê ku ji Osmaniyan dewr girtine, berdewam kirin û di vê serdemê de jî wek rêbazên sereke bi kar anîn. Di Serhildana Dêrsimê de jî ev rêbaz “tekane” bû û piştî salên 1940-50’yî siyaseta pişaftinê jî lê zêde kirin. Ew rêbazên hanê li dijî Ermen, Yûnan û Suryanan jî bi kar hatibûn û “encamek jê girtibûn”. Îcar divê ew rêbaza “rast” li dijî Kurdan jî bihata bikaranîn.

Kurdan li dijî wan êrişan tevan jî karî li ber xwe bidin. Her ku berxwedanê êriş pûç dikirin, rêbazên nû li rêbazên heyî  zêde dikirin. Di serî de jî nokeriya herêmî, sîxur, bi pereyan kirîn, fihûş, hişbir, dezenformasyon wek rêbazên sereke bûn. A rast ev rêbaz jî heta Osmaniyan, herî zêde jî heta Teşkîlatî Mahsûsa ya Îttîhat û Terakkiyê diçûn.

Nemaze têkbirina serhildanên di salên 1920’î de bi awayekî xwîndarî, di nava Kurdan de berbelavbûnek çêkiribû. Vê rastiyê jî siyaseta ‘dabeş bike, parçe bike û bi rê ve bibe’ ya di peymanên Lozan û Sykes-Picot de li ser civakê da meşandin.

Di wê serdemê de li Kurdistanê forma civakî ya sereke eşîr bûn ku wan jî yekitiya xwe pêk neanîbû, ji hev belav bûn. Wê demê jî ya herî guncaw ew bû ku eşîran li hemberî hev rakin û wan bi hev bidin tunekirin û ji bo vê armancê jî hinekan bikişînin aliye dewletê û bi destê wan li yên din bixin. Ev rêbaz bi awayekî aktîf hate bikaranîn. Hemû tiştên kurdewar kirin tirkî û ji aliyekî din ve jî ji nav birin an jî krîmînalîze kirin an jî wek kevneperest nîşan dan û wekî ku Kurd bê esl bin, hewl dan nîşan bidin.

Di salên 1970’yî de rêbazên li dijî tevgera azadiyê ya gelê Kurd tev, li ser vê bingehê hatin sazkirin. Lê dîsa jî nekarîn pêşî li biryardarî û têkoşîna azadiyê ya Kurdan bigirin. Têkoşîna azadiyê ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kir, di gelek qonaxên dijwar re derbas bû û bandor li pareçyên din jî kir û xwe gihand roja îroyîn.

Li hemberî van tevan jî tişta ku di serê dewleta Tirk de sabît ma, ev bû; dijminahiya Kurdan û komkujî.

ERDOGAN JI PÊŞIYÊN XWE KÊM NEMA

Heta salên 2000’î faşîzma spî ya Tirkan têkoşîna azadiyê ya Kurdan nekarî tesfiye bike, berevajî wê kesên ku bi vî hewldanê rabûbûn, yek bi yek hatibûn tesfîyekirin. Ji ber vê yekê jî êdî dor hatibû ku rê bidin faşîzma kesk a olperest a Tirkan . Ji bo vê yekê jî Erdogan peywirdar kirin.

Erdogan û saziya şerê taybet a Tirkan baş fehm kiribû ku heta hêya azadiyê ya Kurdan têk nebin, nikarin demeke dirêj li ser desthilatê bimînin. Di vî warî de Erdogan aqûbeta pêşiyên xwe baş dîtibû û ji xwe re ders jê girtibûn. Dewleta kûr li cem Erdogan bû. Heta dawiyê destek dayê. Hêzên di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Kurdistan kiribû çar parçe jî dîsa li pişt desthilata Erdogan sekinîn. Li hemberî vê jî, têkoşîna Kurdan a jiyaneke birûmet roj bi roj mezin bû û hem li herêmê hem jî li cîhanê deng veda. Anku Erdogan jî gav bi gav ber bi aqûbeta selefên xwe ve diçû.

DAIŞ JI BO ERDOGAN ‘XÊRA XWEDÊ’ BÛ

Tam jî di demeke wiha de li Iraqê DAIŞ’a paşmahiya El-Qaîdeyê derkete holê û ber bi Sûriyê ve belav bû û ji mirovahiyê re bû xewnereşk. Artêş têk dibirin, bajar di şevekê de feth dikirin, jin û zarok kom bi kom dihatin revandin, qetil dikirin û tecawiz lê dikirin. Bi hezaran mirov di şevekê de yan li welatê xwe yan jî li derveyî welatê xwe dibûn koçber. Welatên herêmê û cîhanê jî li hemberî vê wehşetê jî bi rola sê meymûnan radibûn, tu kesî nedigot an jî nedikarî bibêje bes e. DAIŞ ji bo Erdogan bûbû “xêra Xwedê”.

Ji ber ku li Iraqê jî, li Sûriyê jî ji nişka ve wan komên çete berê xwe da Kurdan.

Li Şengalê, piştre li Mexmûr, Kerkûk û ber bi Rojavayê Kurdistabê ve li dijî êrişên DAIŞ’ê berxwedana Kurdan geş dibû û vê yekê jî planên Erdogan pûç dikirin. Kurdan bi berxwedana xwe DAIŞ têk biribû û destekeke zêde ji gelên herêmê û yên cîhanê girtibû, li eniya şer û qada siyasî-civakî gel anîbûn cem hev û her wiha destekeke xurt ji gelên cîhanê girtibû.

LI ŞÛNA SELEFIYAN ÇÎNA NOKER TÎNIN

Dema ku bi pêşengiya Kurdan li dijî komên selefî xeteke berxwedana topyekûn hate avakirin, hesabên Erdogan û şîrîkên wî pûç bûn. Lewma jî dîsa berê xwe dan kevneşopa sedsalî û hewl dan ji hundir ve parçe bikin û tesfiye bikin. Vê yekê jî têrê nekir û xwestin nokeriyê dîsa zindî bikin.

Bikirên vê siyaseta qirêjî mixabin li Kurdistanê jî hebûn. Bi navên cuda gelek kes bi rêxistin kirin ku tu bingeheke wan a civakî tune bû, bi ser de jî ji hêla civakê ve jî nedihatin qebûlkirin, lê dîsa jî navên partiyên siyasî li xwe kirin. Hinek jî bi salan bû hebûn lê kesî bere xwe nedidayê û wek rêxistinên marjinal diman. Di dema şoreşê de jî li derdorê xuya dedikirin. Lê belê ew aliyên hanê yên noker ku wek hêza derbê ya rêbaza şerê taybet ê sedsalî yê dewletê dihatin bikaranîn, da ku li dijî tevgera azadiyê ya gelê Kurd bi kar bînin, binve binve dihatin birêxistinkirin.

Armanc ew bû ku bi destê wan nokeran hêviyên Kurdan têk bibin ku ji xeynî eslê xwe yê Kurd bi navê kurnîniyê tu nirxwekî wan tune bû. Ziman, çand û sembolên Kurdan bi kar dianîn lê binve binve mil didan dewetaTirk ku ji bo komkujiya Kurdan ferman dinivîsandin û li gorî fermanê wan tev digeriyan. Navên Kurd û Kurdistan ji ser zimanê wan nediket xwarê, digotin em li ser navê Kurdan di qada navneteweyî de tev diğerin, ji gel re propaganadaya “binêrin kurdîniya rast li cem me ye” dikirin, bi naê kurdîniyê rasterast tesfiye û nokarî li Kurdan dihate ferzkirin.

Bi MÎT’a dewleta Tirk re li Enqere, Dîlok, Riha û Hefwleê civînin aşkera-veşartî dikirin û ev yek jî xwe re wek merîfetekê nîşan didan.

DI ODEYÊN HOTÊLAN Û XWARINGEHÊN LUKS DE BAZARA AZADIYA KURDAN

A rast jî wan koman bi navê kurdîniyê tu karek jî nekiribû. Hêj di destpêka şoreşê de dema ku ciwanên Kurd li hemberî çeteyên dewleta Tirk xwîna xwe dirijand, wan aliyan bi MÎT’a dewleta Tirk re civînên veşartî dikirin û di hotêl û xwaringehên herî luks de mazûvanî lê dihate kirin. Lê argumanên wan ên propagandayê heman bûn; ‘KURDÎNIYA QAŞO’.

Yên ku di hotêlên luks de bazara nirxên kurdîniyê dikirin, li hemberî kesên li eniyan xwîna xwe ji bo azadiyê dirijand roj bi roj biçûktir dibûn. Tevî hemû heldanên kirînê jî gelê Rojav guh bi wan nedida. Li her derê şerekî germegerm didomiya, civakê yên ji xweû yên ne ji xwe baş didîtin û ew ji hev vediqetandin.

Piştî ku dawî li DAIŞ’ê hate anîn, dewleta Tirk hewl da wan derdorên noker li cem xwe bigire û pê re jî rêbazên şerê taybet ên nû xistine dewrê. Heta li hin deran ew jî wek piyonên vî şerê taybet bi kar anîn.

Ji bo vê yekê MÎT li ser navê dewletê hate peywirdarkirin. Armanc ew bû k udi nav civakê cde belav bibin, çanda resen ji nav bibin, fihûşê berbelav bikin, bi rêya hişbirê ciwanan bixin xefika xwe û dû re jî li dijî gelê wan bi kar bînin.

HEWL DAN DI NAVBERA KURD Û EREBAN DE FITNEYÊ DERXIN

Taybetmendiya sereke ya şoreşa Rojava ew bû ku Kurd û Ereban li kêleka hev cih digirt. Lewma jî hewl da bi fitneye din ava Kurd û Ereban de tevliheviyê çêkin. Ib vê armancê din ava gelê Ereb de dijberiya Kurdan kirin û hê jî dikin. Reşkirina Rêvberiya Xweser û derxistina îftirayan bi vî awayî wek birêxistinkirina bertekan hate kirin.

Parçekirina Kurdan  û antîpropaganadata PYD-YPG’ê wek siyaseteke esasî diyar kirin. Dagirkirian Efrîn, Serêknaiyê û Girê Spî bi vê armnacê pêk hat. Lê belê di şerê Efrînê de her kesî dîtibû ka kî li cem gelê xwe li ber xwe dide û kî jîli cem dijminên gel cih digirin û pêşeroja gel difiroşin dijminan.

Ji aliyekî ve ji bo reşkirina Rêveberiya Xwser û PYD-YPG-YPJ’ê bi destê kesên kirine ajan din ava civakê de agahiyên şaş dihatin belsvkirin, ji aliyekî din ve jî di ser çapemenî û sosyal medyayê re û bi deste nokerên ku li Dîlok, Riha û Enqereyê  milyon dolar dihatin xerckirin, nirxên kurdîniyê dihatin îstismarkirin û hewl didan serê civakê tevlihev bikin û bi vî awayî civakê li dijî pêşengên şoreşê bi rêxistin bikin.

Her wekî gotina Adorno ya “Jiyana şaş rast nayê jiyandin” pirsa şaş jî bersiva rast bi xwe re nayne. Li şûna ku yên li Kurditanê dagirkerî, komkujî û mêtingerî dikirin û bokerên wan bên lêpirsînkirin, kesên ji bo azadiyê li ber xwe didan, dihatin lêpirsînkirin. Ew pirs şaş bû, loma jî berxievke rast jî ne pêkan bû. Jixwe armanc jî ew bû.

Wek encam, bi wan êrişan hewl didan rêveberiya xweser tesfiye bikin û di navbera gel û baweriyên li herêmê de şerekî derxin. Lê li hemberî vê jî ya girîng ev e ka dê kî çi bike.

Ya herî rast, pirskirina pirsên rast e. Divê lêpirsîneke baş bê kirin û alî baş bên xuyakirin bê ka kî pêşeroj û pergala demokratîk a hevbeş a Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û hemû gelên din diparêze û kî êrişî wan dike.