Dijminahiya Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê kevin e

Dijminahiya Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê di aloziya Sûriyê de eşkere bû. Lê di rastiyê de  binpêkirinên Tirkiyê yên li ser gelê Sûriyê ji beriya aloziya Sûriyê bi demek dirêj in. Qutkirina ava çeman yek ji rêbazên şerê Tirkiyê li dijî gelê Sûriyê ye.

Tirkiyê di dirêjahiya dîroka xwe de gelek binpêkirin li dijî dewlet û gelên cîran de bi armanca dirêjkirina hegemoniya xwe pêk aniye. Yek ji van mînakan jî qutkirina ava çemên ku ji Tirkiyê diherikin xaka Sûriyê, mîna çemê Qiwêq.

Çemê Qiwêq ji başûrê Tirkiyê ji girê Entabê diherike. Piştre tevî du şaxan derbasî xaka Sûriyê dibe. Di Kilsê re derbas dibe piştre Dabêq, El-Dûbîq, Til Malid, Seyd Elî û Semûqa di dawiyê de dikeve bendava Şehbayê. Îpiştî bendavê ber bi gundên Werdiye, Hasîn, Fafîn, Mislimiye, Eyn Til, Cendûl, Bistan Başa, Şêxmeqsûd, Mîdan, Navenda bajarê Helebê, Sikerî, Wedihî û li herêma El-Metix piştî qutkirina 110 km bi dawî dibe.

Ava çem şêrîn û bi hêz bû. Ji  ber wê ava vexwarinê ji şêniyên bajarê Helebê û gundên bakurê rojavayê parêzgeha Helebê re peyda dibû. Şêniyan sûd jê digirtin heya ku beriya qut bibe.

Tirkiyê di sala 1985’an de bendav li ser çem çêkir û ji wê demê ve çem li ser axa Sûriyê qut bû.

Tirkiyê bi wê tenê nekir, riya herikîna çem ber bi Deryaya Spî guhert da ku bi temamî  Sûriyê ji ava çem mehrûm bike. Li rex ku jêdera ava vexwarinê bû, zeviyên  bi rûbarên 5 hezar hiktar av dida. Ji ber hêza çem berê şêniyan aşên avî bi kar dianîn û zeviyên li ser giran av didan.

Di van demên dawîn de ji ber kombûna ava çemê li paş bendava Şehbayê carek din rabû. Lê ava çem niha ne pak e ji ber ku bermahiyên toreyên kanalîsazyonê dikevinê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din