Ebdulezîz Behcet Derwîş (35) ku bi navê ‘Ebdo’ tê nasîn, ji taxa Qidûrbeg a Qamişloyê ye. Ji ber meraqa xwe ya komkirina alavên keleporî û parastina wan, gelek alav û amûrên cihêreng berhev kirine.
Ebdo ew amûrên demên berê ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, misilman, xiristiyan û cihûyan girtine û di sala 2015`an de ji hevalê xwe kirîne. Bavê hevalê wî bi dehan salan ew alav li mala xwe ya li taxa Bişêriyê parastibûn.
Ebdo ew alav veguhastin dikaneke li ser rêya sereke ku dikeve navbera taxên Bişêriyê û Qidûrbegê.
Di dikana Ebdo de gelek amûrên entîke hene. Yek ji wan amûran jî fonografa (pîkap) e.
Li ser refên dikana Ebdo eynik, lempedêr, tabloyên ayatên Quranê, şemidan, tabloyên ji sifirê yên bi rengên zîv û zêr, çifteyên dulûle, melhêba ji dar, telefonên malan ên kevnar hene. Her wiha mêzîn, radyo, fanûs, lokis, misînên avê, xencer û şûrên li ser nivîs hene di dikanê de tên dîtin.
Alavên çêkirina xwarin û vexwarinê, papora gazê, cizûkê qehweyê, mikut (hawin), sênîk, qedehên mey û avê, amûrên mêvandariyê, semawerên ji sifirê û alava hêrandina qehweyê jî lê hene.
Ebdo ji me re diyar kir ku ew ê wan alavan di dikana xwe de biparêze.
ANHA