Dirar: Yekitiya opozisyona demokratîk dikare aloziya Sûriye çareser bike

MSD`ê bi armanca yekbûna opozîsyona Sûriyê, hewl dide projeya xwe ya demokratîk bi hejmara herî zêde ji opozîsyona demokratîk re temam bike û li derveyê welat kar dimeşîne. Hevserokê MSD‘ê Riyad Dirar got, yekitiya opozisyona demokratîk dikare aloziya Sûriye çareser bike.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) xebatên xwe yên bi mebesta çareseriya aloziya Sûriyê û danasîna tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hundir û derveyî welat didomîne. Di vê çarçoveyê de dest bi lidarxistina rêzecivîn, panelan û komxebatan li derve bi opozîsyona Sûriyê re kirin. Herî dawî  di 29 û 30`yê Hezîranê de li peytexta Fransayê Parîsê bi tevlibûna kesayetên niştîman û demokratîk komxebatek li dar ket. Di komxebatê de dozên girêdayî nexşêya çareseriya aloziya Sûriyê, tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û awayên li darketina kongreyek niştîmanî ya opozîsyona demokratîk hatin nîqaşkirin.

Têkidarî xebatên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) yên li derveyî welat û planzasiya wê, hevserokê MSD‘ê Riyad Dirar bersirava pirsên ajansa me dan.

-Sedemên lidarxistina civîn û komxebatên wê yên di demên dawî li derve çi ne?

Di her sê komxebatên ku li Eyn Îsa û Kobanê li darketine de, me vexwendname ji piraniya kesayetên muxalif, hêz û partiyên siyasî yên hundirê Sûriyê re şandin. Rêjeya beşdarbûna aliyan ne di asta ku dihat xwestin bû. Ji ber hindek alî girêdayî prespektivên siyasî yên din bûn û nikare bêyî wan biryarek siyasî bigire. Hinek aliyên siyasî yên din jî tev li civînê nebûn ji ber ku bi Rejîma Sûriyê ve girêdayî ne. Ruxmî ku me hewl dida hemûyan teşwîqî pêwîstiya berdewamkirina diyalog û danûstandinê bi tevahiya aliyan re bikin, da ku bighêjin plan û nexşerêya çareserkirina aloziya Sûriyê û destûrek ji Sûriyê re ku rola jinê di pêşeroja Sûriyê de miroger dike. Helwestên kesên ku tev li her sê hevdîtinan bûne girêdayî nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê hatiye pêşkêşkirin erênî bûn.

Di hersê komcebatên ku li Eyn Îsa û Kobanê bi dirûşmeya "Diyalogên Sûrî-Sûrî" hatin lidarxistin de me giranî da komkirina opozisyona Sûriyê ya hundir û derveyî welatî da ku hev nas bikin û xebateke hevpar ji diyarkirina pêşeroja Sûriyê pêk bînin. Her wiha armanca me ya ji van komxebetan ew e ku fikir, tecrûbe û pêşketinên siyasî û civakî bighînin bi hemû aliyan. Dîsa jî mebesta me ew bû ku projeya tinekirina terorê, tecrûbeya aramî û avakirinê li hundir bidin naskirin. Me xwest teqez bikin ku tecbûreya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê bi awayekî demokratîk pîvanek e, lew ra em civîn, hevdîtin û komxebat li derve li dar dixin.                  

-Gelo plansazî û bernameya MSD`ê yên pêşerojê li derve çi ne?

Li gorî plansaziya me em ê  di navîna meha bê de civînên şêwiriyê li Viyanayê li dar bixin. Piştre em dê hewl bidin civîn, hevdîtin û komxebatekê li Almanya li dar bixin. Piştî wê em dê berê xwe bidin Misirê û civîn û komxebatan li dar bixin.

-Gelo aliyên siyasî û opozîsyona ku têne vexwendin kî ne? gelo kesayet in lê hêzên siyasî muxalif in?

Aliyên ku ji mîna van civîn û komxebatan têne vexwendin, piraniya wan kesayetên opozîsyona serbixwe ne û kombûnên ciwanan ên opozîsyona derve yên nêrînên wan ji yên û îtîlafa Sûrî cûda ne. Ew aliyên opozîsyonê ji bo rastkirina şoreşa Sûrî, nêrînên dijberî nêrînên desteya danûstandinan û îtîlafa Sûrî danîne. Ji ber wê pêwîst bû ku me berê xwe bidin wan aliyan.

-Navaroka nîqaş û bendên ku di komxebata Parîsê de hatine nîqaşkirin çi bûn?

Di komxebata li Parsîê de 3 xalên sereke hatin nîqaşkirin, pênasekirina Rêveberiya Xweser ya destpêkê bû. Ev xal bi awayekî berfireh hate nîqaşkirin, ji ber ku gelek pirs û rexneyên beşdarên komxebat girêdayî tecrubeyê hebûn. MSD`ê bi awayekî zelal pirsên beşdaran bersivandin û nêrînên wan girêdayî tecrubeya Rêveberiya Xweser hatin rast kirin. Xaleke din jî nexşerêya ku di hevdîtinên diyaloga Sûrî-Sûrî de ku li Kobanê û Eyn Îsayê li darketine hatiye pêşkêşkirin bû. Aliyên beşdar nêrînên zengîn girêdayî vê xalê vegotin û dibe ku li ser wê pêşeroja Sûriyê bê avakirin. Xala sêyem jî girêdayî makenîzmeya vexwendina kongreya niştîmanî ya demokratîk bû. Di vê xalê de kes, partî û hêzên ku dibe werin vexwendin hate nîqaşkirin.   

- We di nav gotinên xwe de banga lidarketina kongreya opozisyona niştîmanî ya demokratîk kir, gelo armanca we ji kongreyê çi ye?

Helbet armanca ji lidarketin kongreya opozisyona niştîmanî ya demokratîk di pêşerojê de ew e ku wêneya rastîn a karê Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya dûrî îdiayên hindek aliyên dijber belav dikin, yekser veguhêzînin aliyên têkildar.

Ji bilî aliyên ku armancên wan derveyî çarçoveya demokratîkbûyînê hene, civîn ji bo komkirina hejmareke mezin ya opozisyonê li ser yek armancê ya yekbûya opozisyona demokratîk hatin lidarxistin. Em dixwazin wêneya siberoja Sûriyê bidin a ku ti pirsgirêk di navbera hikûmeta navendî û Rêveberiya Xweser de tine be, ji ber ber ku Rêveberiya Xweser li herêmên xwe ji bo demokrasiya hevbeşî kar dike, heta bighêjin demokrasiya rasteqîn a ku di hilbijartinên meclisên gel ên her herêmekê de diyar dibe, paşê jî mekanîzmeya hikûmet, serokatî û parlamantoyê û hwd nîqaş bikin.

-Gelo hûn texmîn dikin ku ev cure dê aloziya Sûriyê çareser bike û rijandina xwîna Sûrî rawestîne?

Bi texmîna me vexwendina kesên demokratîk dê xetên dansûatndin û hevkariyê bi civaka navdewletî re diyar bike, ji ber ku ew dê nexşerêyek ku karibe ji her mûdaxleyên navdewletî ku bandore li aloziya Sûriyê bike bibe bersiv.

(şx)

ANHA

 

 


Mijarên Din