Dirbesiyê şehîdên Berxwedana Rûmetê oxir kirin

Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbesiyê cenazeyên 4 şevanên QSD`ê ên di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne, oxir kirin.

Bi hezaran şêniyên navçeya Dirbesiyê cenazeyên şervanên Hêzên Suriya Demokratîk Mihemed Mihemed (Akif),  Sûd Ezet (Derdo Feqîr), Mehmûd El-Elî (Baran Hesekê), Delîl Ferhan (Yelmaz Jînda) ji Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê rojavayê navçeyê ve, ketin rê.

li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Merdiye Ehmed Xelîl û li ser navê Hêzên Suriya Demokratîk jî Mihemed Nebî Kotî axaftin hatin kirin.

 Axaftvanan sersaxî ji malbatên cangoriyan û gelê Bakur û Rojhilatê Suriyê re xwestin her wiha berxwedana şervanên QSD`ê  li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê silav kirin. Her wiha tekez kirin ku ew ê berxwedana xwe li kêleka şervanan heta rizgarkirina herêmê ji dagirker û çeteyan, berdewam bikim.

Di axaftinan de bang li gelê li hundir û derve hat kirin ku li dijî êrişên dagirkeriyê rabin serhildanê û li kêleka şervanên QSD`ê bin.

Paşê, Mihemed Hej Xelîl li ser navê malbata Derdo Feqîra û Delîl Ferhan, her wiha Fûad El-Elî li ser navê malbata Baran Hesekê axivîn û soza şopandina rêya zarokên xwe heta serkeftinê, dûbare kirin û li dijî êrişan banga yekkirina refan kirin.

Piştre wesîqetên şehadetê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî xwediyên wan hatin kirin. Di dawiya merasimê de cenazeyên şehîdan li Goristana Şehîd Rustem Cûdî hatin oxirkirin.

ANHA


Mijarên Din