​​​​​​​'Divê aliyên peywendîdar li Efrînê parastina mafên jinan bikin'

Kongreya Star bi armanca şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk daxuyaniyek da û tê de bang li rêxistinên mirovî û rêxistinên mafên jinan dikin ku li herêmê parastina jinan bikin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê û nexasim li dijî jinan ji 18’ê Adara 2018`an ve roj bi roj zêde dibin.

Daxuyanî li Kampa Serdem a gundê Til Sosin ê kantona Şehbayê û bi beşdariya bi dehan endam û rêveberên Kongreya Star ve hate xwendin. Endama Kongreya Star Hêvî Silêman daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

"Em kiryarên dewleta Tirk ên hovane û derexlaqî yên ku şêniyên herêma Efrînê ji destpêka dagirkirina herêmê ve didin meşandin, şermezar dikin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe bi darê zorê şênî koçber kirin, hewldana guhartina demografiya herêmê dikin, mal û milkên şêniyên herêmê tar û mar dikin û wan îşkence dikin.

Bi armanca şikandina vîna jinan anku vîna li dijî artêşa Tirk şer kir, dewleta Tirk û çeteyên wê jin revandin, destdirêjî lê kir û bi darê zorê ew zewicandin, şênî ji kiryarên revandina keçên xwe direviyam û bi vê yekê li herêmê diyardeya zewaca biçûkan berbelav bû.

Kongreya Star jî banga rawestandina kiryarên li dijî jinên Efrînê dike û biryara NY`yê ya (1325) amaje yekê û parastina jinan dike.

Her wiha kongreyê bang li rêxistinên peywendîdar û parastina mafên mirovan kir ku têkildarî rewşa zarokan û jinên bi îşkenceyê re rû li rû dimînin bikolin."

Daxuyanî bi sloganên "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.

eh

ANHA


Mijarên Din