`Divê bang li dewleta Tirk bê kirin ku peymana 1987`an pêk bîne`

Hemdan El-Ebid diyar kir ku berdewama kêmkirina ava Firatê bandoreke neyênî li herêmê dike û got, divê hikumetên Şam û Iraqê bang li dewleta Tirk bikin da ku peymana 1987`an pêk bîne.

Di demekê de ku hikumetên Şamê û Iraqê li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê bê deng in, dewleta Tirk lîstokên xwe berdewam dike û ava Firatê kêm dike, ev jî wekî sûcekî şer û binpêkirina pîvanên mirovahiyê ye. Dewleta Tirk ava Firatê wekî karteke şantajê û zexta li ser gelê herêmê yê ku di pêvajoya aloziya Sûriyê de zehmetî kişandine bi kar tîne.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve cara yekemîn e ku ava Firatê ew qasî kêm dibe, ev jî bandoreke neyênî li çandiniya avî dike ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêjeya wê ji sedî 80`ê ye, li aliyekî din jî kêmbûna avê bandorê li peydakirina kehrebê dike û li stasyonên avê jî dike ku pêwîstiya wê bi miqdarekî baş ji kehrebê heye da ku were xebitandin.

Têkildarî mijarê ajansa me hevpeyvîn bi cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid re çêkir. Hemdan El-Ebid bi vê gotinê dest bi axaftina xwe kir: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve em rastî sûcên sîstematîk ên dewleta Tirk tên. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya alîgir, çek û planên xwe li hemberî Sûriyê bi giştî û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gelek sûcan pêk tîne."

El-Ebid da zanîn ku dewleta Tirk di xeyala xwe de nexşeyeke nû xêz kiriye û bi rêya wê Rojhilata Navîn û Kafkasya dike armanc, ji xwe ev e yek li Lîbyayê, Sûriyê û herêmên din pêk aniye û destwerdana wê encamên ji hişmendiya berfirehkirinê û zindîkirina desthilata Osmanî ye.

'DEWLETA TIRK BI QUTKIRINA AVÊ ŞEREKÎ NÛ LI HERÊMÊ DIDE MEŞANDINꞌ

Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku piştî aramî û ewlehî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê misoger bû, dewleta Tirk gelek herêmên li Bakurê Sûriyê mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin û got, sûcên dewleta Tirk sînordar nema û dest bi şerê avê kir ku ava stasyona Elok li ser Hesekê û gundewarên wê qut kir.

El-Ebid got berdewamkirina dewleta Tirk ji şerê avê yê ku li hemberî gelê herêmê dide meşandin û ava Firatê kêm dike, peymanên navneteweyî yên ku di sala 1987`an hatine mohrkirin, paşguh dike. Peyman îşaretê pê dike ku divê di çirkiyekê de 500 metrekab av were berdan, lê belê dewleta Tirk tenê 200 metrekab dide Sûriyê û Iraqê.

Hemdan El-Ebid ev xal li axaftina xwe zêde kir: "Ev şêwazê ku dewleta Tirk bi kar tîne û ava Firatê kêm dike, armanca wê xerabkirina moral û hêza gelê herêmê ye, ji ber ku li herêmê aramî û ewlehî heye û ev jî ne li gorî berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker e."

'BÊDENGIYEKE IRAQÎ-SÛRÎ HEYEꞌ

Hemdan El-Ebid bêdengiya Iraqê û Sûriyê ya li hemberî kêmkirina ava Firatê şermezar kir û wiha pê de çû: "Dema dewleta Tirk van sûcan li hemberî gelê herêmê pêk tîne û hikumeta Şamê tu daxuyaniyên şermezarkirina kêmkirina avê ya li ser Sûriyê nade, ev isbat dike ku têkiliyên wê bi dewleta Tirk re heye."

Hemed El-Ebid got Iraqê jî têkildarî mijarê tu daxuyanî neda û divê her du dewlet berê xwe bidin NY`yê yan Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî da ku biryarên peymana di çirkiyekê de 500 metrekab av were berdan pêk bîne.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid got,  ji hikumeta Şamê tê xwestin ku sûcên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji diziyê û guhartina demografiya herêmê û kêmkirina ava Firatê şermezar bike, lê belê ew vê yekê nake.

El-Ebid diyar kir ku dewleta Iraqê ji sûcên dewleta Tirk ên li ser hesabê gelê Iraqê razî ye û gpt:" Mînaka herî li pêş jî êrişên ku dewleta Tirk bi bihaneya parastina ewlehiya xwe ya neteweyî li dijî Iraqê pêk tîne, lê belê diyar e ku hevkarî di navbera hikumeta Iraqê, herêma Başûrê Kurdistanê û dewleta Tirk de heye."

Hemdan El-Ebid di dawiya axaftina xwe de ev yek got: "Dema dewleta Tirk êrişî şêniyên Şengalê kir û tevî ku şênî rastî zilma DAIŞ`iyan hatin ku komkujî li dijî wan pêk anîn û ev jî dûrî mirovahiyê ye, lê hikumeta Iraqê û herêma Başûrê Kurdistanê ev sûc şermezar nekir, ji lew re niha peymaneke di navbera Iraqê û Tirkiyê de heye da ku dengê gelê Şengalê yên ku banga mafên xwe dikin qut bikin. Di dawiyê de divê dewleta Sûriyê û Iraqê bang li dewleta Tirk bikin ku bendên peymana 1987`an pêk bîne û li gorî wê avê bide Sûriyê û Iraqê  û rê li pêşiya çêbûna karestan bigirin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din