‘Divê benda vejandina çanda kurdî li belgeyên konferansê bê zêdekirin’

Lêkolînerê karûbarên çanda kurdî Cemîl Ehmed diyar kir ku pêwîst e vejandina çanda kurdî ji girîngtirîn xalên koferansa yekîtiya refa kurdî ya ku dê bi îsiyatîfa KNK’ê li dar bikeve, be. Ehmed got: "Divê tevahî alî jî parastina mîraseya çanda kurdî bikin."

Lêkolînerê karûbarên çanda kurdî Cemîl Ehmed bal kişand ser kedên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê-Rojava ya ji bo yekîtiya Kurd û wiha got: “Yekîtiya aliyan têra bersivdana êrîş û gefên li ser herêmên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.”

KNK-Rojava însiyatîfa yekîtiya refa kurdî ya li dijî xeteriyên li ser gelê Kurd û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî lidarxistina civîna di 1’ê Çileyê de dest pê kir. Bi wê re jî komîteya lêkolînkirina bi partî û blokên kurdî yên li Rojava re hate avakirin û 28 partî û blokên siyasî beşdarî însiyatîfê bûn.

Cemîl Ehmed got: “Yekîtiya refa kurdî ya yekemîn di pêvajoya niha de ye. Bi wê re jî gefên li ser herêmê sînordar dibin. Em kedên di vê derbarê de pîroz dibînin. Em jî piştevanî û piştgiriya van însiyatîfan dikin ku bigihin armanca xwe ya yekîtiya refa kurdî."

‘Divê benda vejandina çanda kurdî li bendên konferansê zêde bibe’

Cemîl Ehmed li ser aliyê çandê axivî û bal kişand ser pêwîstiya nîqaşkirina di konferansa ku dê di dema pêş de li bekeve û wiha axivî: “Divê civakê binirxînin û rewşa ku gelê Kurd têre derbas dibe jî binasin. Divê li ser pirsgirêkên ku aliyê çandê bi sedema siyasetên nijadperestî yên li dijî mafên gelê Kurd ku ji hêla pergalên dagirker ve pêk hatine, bên rawestandin. Civak ji çandê dûr e. Ji lew re divê pirsgirêk bê çareserkirin. Li çandê vegerin û ji nû ve vejînin. Her wiha bibîrxistina bendeke wiha di konferansê de girîngtirîn e."

Lêkolînerê karûbarên çanda kurdî  Cemîl Ehmed bang kir: "Divê beşdarên konferansa kurdî ya dê li der bikeve, benda vejandina çanda kurdî bixin destpêkê. Pêwîstiya tekezkirin û biryardayîna li ser wê pêk bînin. Divê hedefa yekemîn a konferansa ku dê li dar bikeve be û tevahî alî jî parastina mîraseya çanda kurdî bikin."

Cemîl diyar kir ku pêwîst e rêzgirtin ji hemû çandên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hebe û wiha pê de çû: "Rêzgirtina çandên dîtir pêwîst e û divê li belgeyên konferansê zêde bibe."

Berdevkê fermî yê Komîteya Têkiliyên bi partiyên siyasî ya însiyatîfa KNK – Rojava Dîlawer Zenkî di demeke borî de ji ajansa me re wiha gotibû: “Di demeke nêz de dê ji gelê Kurd re mizgîniya lidarxistina konferansa yekîtiya refa kurdî ya ku 28 partî û blokên siyasî yên kurdî li Rojava ta niha li hev kom kirine, ragihînin."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar