‘Divê çareserî siyasî be’

Siyasetmedaran bang li hemû aliyên Sûriyê kirin ku, bêyî şert beşdarî danûstandinên Sûrî –Sûrî bibin û gotin: “Divê çareseriya siyasî be û pêşeroja Sûriyê federal û nenavendî be.”

Endamê Partiya Pêşerojê yê Sûriyê Yûsif Selama, rojnamevan û aktîvîstê siyasî Orhan Kemal diyar kirin ku çareseriya siyasyî tekane rêya derxistina Sûriyê ji krîzê ye.

Yûsif Selama got: “Di demekê de ku komên terorîst nefesa xwe ya dawî li Sûriyê disîtin, divê çaresriya aloziya Sûriyê siyasî be. Ji ber ku di bijêrka leşkerî de tu alî bi sernakeve. Yê bi bin bikeve dê Sûriye be.”

Selama destnîşan kir ku divê çareserî bi rêya diyalogên Sûrî-Sûrî û dûrî bandorên derve pêk bê. Selama got: “Tenê em pirsgirêk û pêwîstiyên xwe nas dikin û dizanîn çareserî çi ye. Çareserî tenê bi rêya diyalogan bêyî şert û mercan pêkan e. Nabe rewşa Sûriyê vegere mîna beriya aloziyê. Divê divê Sûriyeya pêşerojê federalî û nenavendî be.”

Yûsif Selame li ser destura nû ya Sûriyê wiha axivî : "Divê destureke nû were danîn ne ku ya kevin were nûkirin. Destura nû divê dûrî mudaxleyên derve be û mafê hemû pêkhateyan misoger bike. Divê em bi hev re bixebitin da ku herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin rizgar bikin. Ev erka me ya exlaqî û niştimanî ye."

Endamê Partiya Pêşerojê yê Sûriyê Yûsif Selama bang li welatên ku biryar di dest wan heye kir û got, fişarê li dewleta Tirk bikin da ku ji herêmên Sûriyê yên dagirkirine derkeve.

Rojnamevan û aktîvîstê siyasî Orhan Kemal diyar kir ku destwerdanên derve aloziya Sûriyê gurtir kirine û wiha axivî: “Di serî de divê dewletên dagirker ên wekî Tirkiyê ji Sûriyê bêne derxistin. Paşê jî pêvajoya diyalogên Sûrî- Sûrî pêk were."

Kemal bang li aliyên Kurdî kir ku nakokiyên xwe deynin aliyekî, bi mafê gelê Kurd bifikirin û wiha got: “Yek ji van erkên destpêkê rizgarkirina Efrînê ye.”

(bb)

ANHA


Mijarên Din