‘Divê çeteyên DAIŞ‘ê li gorî zangona ‘Cihê sûc lê pêk hatiye’ werin darizandin‘

Parêzer Xalid Abdullah ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser girtîne bal kişand ser zagona ‘Cihê sûc lê pêk hatiye’ û wiha got: “Divê sûcdar li cihê ku sûc lê kirine werin darizandin. Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl dide ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê  zagonan deyne.”

Têkildarî darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên ku li gel Rêveberiya Xweser girtîne, parêzer û hiqûqnas Xalid Abdullah ji ajansa me re axivî.

Xalid Abdullah banga avakirina dadgehek di bin rêveberiya navdewletî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ‘ê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: “Gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî ji ber terora navdewletî ya DAIŞ‘ê ku ji her deverên cîhanê hatibûn gelek êş kişandin. Çeteyan şênî kuştin, îşkence kirin, serêjêkirin û binpêkirin li ser meşandin. Piştî têkbirina çeteyên DAIŞ‘ê bi hezaran endamên DAIŞ‘ê ku piraniya wan biyanî bûn an ku navê "Muhacîrîn" li xwe dikirin,  xwe radestî QSD‘ê kirin. Divê li gorî zagonên navdewletî werin cezakirin.”

Abdullah wiha domand: "Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha ti dadgehên taybet ji darizandina çeteyên biyanî tine ne. Lê  Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser hewl dide zagonan deyne da ku çeteyan, bi taybet ên biyanî li gorî qanûnên navdewletî darizînin."

Abdullah diyar kir ku di zagonên Meclisa Zagonsaz a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade dike de mafê tewanbar heye ku bi rêya wekîl an parêzeran parastina xwe bike û wiha pê de çû: “Lê divê delîl û belgeyên îsbatkirinê hebin. Bi rêya vê zagonê mafê gel heye ku derheqê wî de biryar bistîne.”

‘Wê di vê prosesê de dê qanûnên navdewletî û parêzerên navdewletî beşdar bin‘

Parêzer Xalid Abdullah bang li parêzerên navdewletî kir û wiha got: “Divê parêzerên navdewletî li gorî berpirsyariya ku dikeve ser milê wan bin. Beşdarî prosesa darizandian terora DAIŞ‘ê bibin. Em hêvî dikin ku hemû hêzên navdewletî û herêmên di danîna bingehên zagonî û mekanîzmeya taybet a darizandina sûcdarên ku ji welatê wan bi ser me de hatine bibin alîkar. Ji wan welatan tê xistin ku bi erka xwe rabin, welatiyên xwe werbigirin û li welatê xwe darizînin."

‘Terorîstên biyanî dê li gorî qanûna ‘Cihê sûc lê pêk hatiye’  werin darizandin’

Xalid Abdullah di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser zagona ‘Cihê sûc lê pêk hatiye’ û wiha axivî: “Qanûnaneke heye girêdayî ‘Cihê sûc lê pêk hatiye’. Yanî cihê ku sûcdar lê sûc kiriye. Ev qanûn ji bo sûcdarên li ser xaka Sûriyê hatin girtin, an jî xwe radestkirine sînordar e. Divê li gorî zagonên herêmî ku aliyên têkildarî yên li ser erdê werin cezakirin."

‘Divê her kes beşdarî danîna zagonan û avakirina dadgeha darizandina terorîstan bibe‘

Parêzer Xalid Abdullah di dawiya axaftina xwe de bang li hemû parêzer, hiqûqnas û dadweran kir ku di vê mijarê de li gorî berpirsiyê bin û wiha got: “Edaleta civakî pêk bînin û dadgeheke navdeletî ji bo darizandina terorê ava bikin.”

(bb/bm)

ANHA 


Mijarên Din