‘Divê cîhan dijî ramanên tundrew helwesta xwe zelal bike’

Em tevahî sivîlên bi destê teror û tundrawan li cîhanê hatine qetilkirinê, bi bîr tînin. Her wiha qurbaniyên di vê dawiyê de bi êrişên li Fransa û Awisturya hatine qetilkirin jî bi bîr tînin, serê malbatên qurbaniyan, dewleta Fransa û hikumeta Awisturya û gelê wê sax be.

Tişta ku dibe nîşaneya vegera êrişên terorîst û êrişên tundraw li Ewropayê ye. Ev êriş piştî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li Sûriyê û Iraqê bi taybet di 2015 û 2017’an de bi hêz zêde bûn. Bi wê re jî li gelek paytextên Ewropayê êrişên li ser rêbaza gurên ferdî yên girêdayî rêxistina DAIŞ’ê rû dan.

Niha jî piştî sal û nîvekê ji têkbirina rêxistina DAIŞ’ê di aliyê leşkerî de ji hêla QSD’ê ve di 23’yê Adara 2019’an de bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî û ji nû ve vedigere û heman cihî derbe dike. Di vê dawiyê de jî êrişî paytexta Awisturya Viyanayê û bajarê Nice yê Fransayê kir. Ev êriş bi awayekî kûrahî tu girêdana xwe bi baldariya bi ola îslamê ya henefî re ku dewleta Tirk idîa dike, tune ye. Lê belê tevgerîna şaneyên terorîstê yên girêdayî rêxistina tundraw e. Her wiha dewleta Tirk baldariya li ser ola Îslamê bi rêya tolhildana ji Ewropa fînanse dike. Ew jî bi sedema helwestên wê yên dawîn û siyasetên li Ewropa û herêmê ye, bi taybet ji ber ku Fransa bi hêz li dijî tevlêbûna dewleta Tirk a YE’yê sekinî. Girêdayî wê gelek sedem hene ku Fransa li dijî tevlêbûna dewleta Tirk a YE’yê disekine, jê siyasetên dewleta Tirk ên neyênî û neqebûlkirî li herêmê û piştevaniya terorê, çalakiyên neqebûlkirî, binpêkirinên derqanûnî, pêkanîna fîtne, şerê mezhebî û olî, derbekirina destkeftiyên Fransa yên bi QSD’ê û bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî re.

Daxuyanî û gotinên dawîn ên Erdogan ên li ser pêşdeçûnên dawîn li Fransa û Viyanayê mîna dayîna destûra destpêka êrişên terorîst bi awayekî berfireh li Ewropa û gexwarinên li ewlehiya wê ye. Da ku Erdogan fişarên Ewropa yên li dijî wî sivik bike.

Ev dijberiya dewleta Tirk û bilindbûna nakokiyê mîna hişyariyekê ji Ewropa re ye ku li gel wê rêbazên tevliheviya aramî û ewlehiya Ewropa û heta ya cîhanê jî heye. Dê ew tevlihevî bi rêya girêdana dewleta Tirk a bihêz bi şaneyên veşartî yên girêdayî tundrawên Tirkiyê ku wan bi rê ve dibin, pêk bên. Ev hemû da ku dewleta Tirk ajandayên xwe pêk bîne û fişara ewropî li ser xwe sivik bike, li rojhilatê Deryaya Spî kiryarên xwe bifireh bike û gefan li ewlehiya Yewnanistanê bixwe.

Ev êriş û dijberiyên mezin ên dewleta Tirk dê bi xwe re karesatên mezin bîne, ev jî destpêka nû ya merheleya destpêkê ya piştevaniya dewleta Tirk ji rêxistina DAIŞ’ê re ye û DAIŞ’ê hêza xwe bi destpêkirina avakirina xwe ya 2014’an re zêde kir. Bi wê re jî tecrîda ku dewleta Tirk bi herêmî, navneteweyî û cîhana ereb re dijî dihêla bedîlên nû binîne da ku cîhanê pê mijûl bike.Dewleta Tirk dizane ku jinûve derxistina terorê li pêşber, bijardeya herî guncaw e. Her wiha dewleta Tirk di bin vê perdeyê de rola xwe li Sûriyê bihêztir kir û rûberên mezin ji Sûriyê dagir kirin.

Tişta li Ewropa dibe jî, rastiyeke bi awayekî mezin dişibe vê yekê. Bi wê re jî em û Ewropa li hember yek terorê ne. Ev jî dihêle em bi civaka ewropî û hikumetên wê re hestiyar bin. Ji ber ku tişta dibe, plangeriya terorê ya hedefgirtina tecrûbeya ilmanî û demokrasî li cîhan û herêmê ye.

Gelê me di destpêka 2014’an de li hember hovanetirîn xeteriya terorê bû û hê jî bi sedema helwest û piştevaniya wê ya projeya demokratîk bi vê xeteriyê re rû bi rû ye. Li pişt van hemû gefan bi awayekî yekser û neyekser dewleta Tirk heye.

Îro jî em û Ewropa bi bijaredeyên li hember tundraw û terorê ne, ji ber êriş û piştevanî heman e. Li hember van pêşdeçûnan divê cîhan ji nû ve li gelek mijaran vegere, jê jî mekanzîmaya li dijî tendrawê.

Ev mekanîzma heke bi armanca sekna li hember şaneyên terorê li her derê be yan jî binketina kiryar û planên wê be, divê bê guman xwe bispêre hîmanekî girîng û bingehîn. Ew jî sînordarkirina rola rejîm û dewletên ku piştevaniya tundraw û terorê dikin û kaxiza terorê fînanse dike û pê gefan li cîhanê dixwe.

Li vir dewleta Tirk li pêş e. Bi wê re jî li ser Ewropa û cîhanê tê ferzkirin ku li hember dewleta Tirk bisekinin û tedbîrên ku rola wê qels û sînordar dike bigirin. Wê demê dê cîhan garantiya sînordarkirina pêşdeçûna çalakiyên şaneyên veşartî yên terorîst bike. Her wiha dê cîhan tevahî hewldanên terorê û tundrawê ya derbekirina ewlehî û aramiya li Rojhilata Navîn û Ewropa û cîhanê têk bibe. Ev jî yekitiya ked a cîhanê dixwaze, da ku li hember vê xeteriya ku ne tenê li ser herêmekê, lê belê ser tevahî cîhanê, bisekine.

(fr)

ANHA