‘Divê civaka navdewletî der barê dîwarê parçekirina Sûriyê de bikeve nava tevgerê’

Şêniyên bajarê Reqayê tekez kir ku armanca dîwarê ku li Efrînê tê lêkirin, parçekirina xaka Sûriyê û tevlêkirina Efrînê nava xaka dagirkeriya Tirk e. Her wiha şêniyan got divê civaka navdewletî bi wijdan der barê dîwarê parçekirina Sûriyê de bikeve nava tevgerê.

Bajarê Efrînê di 18’ê Adara 2018`an de ji hêla dagirkeriya Tirk û gelek komên çete yên girêdayî wê ve hate dagirkirin ku tê de sûc û binpêkirinên dermirovî der heqê mezin û biçûkan de hatin kirin. Niha jî dest bi lêkirina dîwarê parçekirina Sûriyê dike û hewl dide çawa li Lîwa Iskenderon kiriye, wisa jî li Efrînê bike.

Şêniyên Reqayê, têkildarî bûyerên ku li Sûriyê li pêş çavên civaka navdewletî rû didin, axivîn.

Di vê çarçoveyê de Abdulxefûr Xelef ji şêniyên taxa Meşleb, wiha got: "Binpêkirinên Tirkiyê roj bi roj li xaka Sûriyê zêde dibin. Erdoganê faşîst hewl dide bajarê Efrînê ji welatê Sûriyê qut bike û tev li xaka Tirkiyê bike. Em wek şêniyên Reqayê kiryarên ku Erdogan li xaka Sûriyê dike, lanet û şermezar dikin."

Xelef bang li civaka navdewletî û rêxistinên mirovî kir ku êdî ji bêdengiya xwe derkevin û li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. Her wiha tekez kir ku xaka Sûriyê yek e û qutkirina Efrînê ji Sûriyê mîna tevlêkirina Lîwa Iskenderon a xaka Tirkiyê ye.

Şêniya bi navê Zehra Hemûd jî wiha axivî: "Em wek jinên Reqayê sekneke biisrar bi şêniyên Efîna berxwedêr re disekinin heta rizgarkirina wê ji destê dagirkeran, wekî çawa Dêrazor û Reqayê hatiye rizgarkirin, em ê Efrînê jî rizgar bikin û em nahêlin dewleta Tirk ji nû ve dewleta Osmanî vejîne."

Zehra wiha domand: "Efrîn xaka Sûriyê ye û ya şêniyên wê sûrî ne. Em nahêlin dagirkeriya Tirk di lêkirina dîwarê parçekirina Sûriyê de heta ku civaka navdewletî û hikumeta Sûriyê di bêdengiya xwe de jî israr bike, berdewam bike.”

Lê li aliyekî din jî şêniyê bi navê Îbrahîm Xidir bêdengiya dewletên Ereban û fermandarên wan şermezar kir û wiha got: "Ka helwesta dewletên Ereb û cîhanî ji tişta ku li Sûriyê rû dide re? Gelo ew tenê temaşevên van bûyerên ku tên serê me ne?”

(fr)

ANHA


Mijarên Din