‘Divê civaka navdewletî komkujiya Şengalê îtîraf bike`

Piraniya nîqaşên celseya duyem a komxebata salvegera 5`an a komkujiya Şengalê, li ser pêwîstiya îtîrafkirina rêxistinên navdewletî û civaka navdewletî bi komkujiya Şengalê bû. Ku  wê wek qirkirinekê bi hesbînin. Her wiha desteka gelê Êzidî bikin.

Di celseya duyem a komxebata salvegera 5`an a komkujiya Şengalê de berdevka fermî ya YPJ`ê Nesrîn Abdullah û fermendara YJŞ`ê Yazda Şengal axivîn.

Komxebata salvegera 5`an a komkujiya Şengalê bi dirûşmeya `Parastina rûmeta jina Şengalê, parastina hebûna jinê ye` berdewam dike.

Fermendara YJŞ`ê Yazda Şengal bi xêrhatina beşdaran kir û tekez kir ku lidarketina mîna van komxebatan ji jinên Şengalê re nirx û wateya wê mezin e û got: "Roja 3`yê Tebaxa 2014`an, ji bo êzidiyan rojek reş tê hesibandin. Komkujiya Şengalê ne tenê jina Şengalê kir hedef, sûcek derheqê jinên cîhanî bû."

Yazda Şengal tekez kir ku qirkirina çanda gelê Êzidî û kevneşopiyên wî yên hezaran salan armanca  DAIŞ`ê ya yekemîn bû û binpêkirinên derheqê jinan de ji kuştin, revandin û destavêtin pêk hatine sûceke ku eniya mirovahiyê li ber wê stû xwar e.

Yazda wiha domand: "Eger hikumeta Iraqê û herêma Kurdistanê gelê Êzidî bi rêxistin kirinbana, wê xwe biparastina û rastî wê fermanê nedihatin. Îro bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe bi rêxistin kirin û li rex YBŞ û YJŞ‘ê sekinîn û bi hezaran jinên Êzidî rizgar kirin."

Yazda di axaftina xwe de siyaseta PDK`ê ya ku hewl dide gelê Êzidî bi kar bîne û bi armanca gelê Êzidî ji axa wî dûr bixe û çanda wî qir bike, wan dişîne derve şermezar kir.

Berdevka fermî ya YPJ`ê, Nesrîn Abdullah axivî û diyar kir ku ew wek YPJ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn şahidê komkujiya hovane ya ku DAIŞ`ê der heqê jinên Şengalê de pêk aniye û got: "Ev israra me ya tolhildanê ji bo jinên Êzidî û tunekirina DAIŞ`ê zêde kir."

Di nav gotinê xwe de Nesrîn got di nav hemleyên xwe de yên li dijî DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi hezaran jinên Êzidî tevî zarokên Êzidî yên ku ji hêla DAIŞ`ê ve hatibûn revandin rizgar kirine. Ev berxwedan, ji cîhanê re asta jina şerker û cesareta wê isbat kir û çavên cîhanê kişand ser xwe. Her wiha gelek jinên enteresyonalîst tev li nav YPJ`ê bûn û gihaştin asta şehadetê mîna Hêlîn, Îvana û gelek têkoşerên din. Bi têkoşîna wan sînorên erdnîgarî rakirin û hêza xwe ya fikrî kirin yek.

Nesrîn destnîşan kir ku jin bi hewcedariya parastina cewherî ye û got: "Em bi hewcedariya parastina cewherî ne, ji ber ku pergalên kapîtalîzmê hewl dide çanda gelên Rojhilata Navîn ên kevnar qir bikin. Tevî lidarketina bi dehan civînên navdewletî yên ku banga mafên miorv dikin, lê tu rêxistinek bi komkujiya Şengalê îtîraf nekir."

Di dawiyê de Nesrîn bang li tevahiya rêxistinên mafên mirovan û civaka navdewletî kir ku bi komkujiya Şenaglê îtîraf bikin, wê wek qirkirinekê bihesbînin û ji bêdengiya xwe ji bûyerên li Efrînê rû didin ji siyaseta guhertina demografîk û nijadî derkevin.

Piştî bidawîbûna celseyê, jinên beşdar pêwîstiya îtîrafkirina navdewletî bi komkujiya Şengalê weke qirkirinekê û parastina gelê Êzidî tekez kirin.

Tê bi bîrxistin ku di celseya sêyemîn de Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif, endama rêveber a Meclisa Edaleta Jin Aynûr Paşa û endama Yekitiya Jina Suryan Sûfiye Yûsif bi axivin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din