‘Divê civaka navdewletî li hember binpêkirnên li Efrînê bi erka xwe rabe’

Meclisa Sivîl a Reqayê bi daxuyaniyekê ji civaka navdewletî û Rêxistinên Mafên Mirovan xwest ku li hember dagirkeriya Tirkiyê ku dixwaze bajarê Efrînê ji Sûriyê qut bike, bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

Endamên Meclisa Sivîl a Reqayê li qada meclisê kom bûn û der barê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê derheqê şêniyên Efrînê pêk tîne, daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisê Mişleb El-Derwîş ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de bal li ser van xalan hatin kişand:

"Di binpêkirineke nû ji qanûnên navneteweyî re, dagirkeriya Tirkiyê dest bi lêkirina dîwar li derdora kantona Efrînê ya Sûriyê dike da ku wê ji Sûriyê qut bike û hîna terora xwe bimeşîne û xêra wê desteser dike. Bi vê yekê dixwaze hîna bêhitir mal û milkên sivîlan bixe bin serweriya xwe û darên zeytûnan qut bike.

Em weke Meclisa Sivîl a Reqayê dibînin ku destwerdana Tirkiyê ji xaka Sûriyê re û ferzkirina lêkirina dîwarê parçekirinê ji bajarê Efrîna azad re, hemû qanûnên exlaqî û qanûnî der bas kirin, ev yek jî ne nû ye li ser rejîma Tirkiyê, beriya wê jî Lîwa Iskenderon a Sûriyê dagir kir û parçeyek ji xaka Qibrisê jî dagir kir.

Em bang li Civaka navdewletî û Rêxistinên Mafên Mirovan dikin ku bi erka xwe li hember şêniyên Efrînê rabe û ji hemû Bakurê Sûriyê derkeve û bi rêyên aştiyan e aloziyê çareser bikin.

Her wiha em dagirkeriya Tirkiyê di Sûriyê de û kiryarên derheqê şêniyên Sûriyê de bi tundî şermezar dikin.

Bijî Sûriya azad pirrengî nenavendî… bimire dijminên azadiyê."

(jo)

ANHA


Mijarên Din