‘Divê civaka navnetewî alîkariya cotkarên ku zirar dîtine bike’

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk çûn, niha jî dest bi şewidandina zeviyên şêniyan kirine. Şêniyên herêmê gotin: “Me ji bo parastina cîhanê bi hezaran şehîdan, îro jî divê civaka navnetewî piştgiriya me bike û alîkariya cotkarên herêmê bike.”

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê debara xwe bi çandina genim û ceh dikin. Bi vê re jî aboriya herêmê li ser çandiniyê ye. Du salên berê ji ber nebarîna baranê çandinî pêş neket. Lê îsal ji ber barîna baranê salek bi xêr û bereket bû.

Lê mixabin dijminên herêmê DAIŞ, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nehêla şênî bi mewsima xwe keyfxweş bibin. DAIŞ û çeteyên Tirkiyê zeviyên gel dan ber agir. Di  encamê de bi hezaran hektar çandiniya şêniyên herêmê şewitî. Li gorî berpirsên herêmê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku hemû şewatên çêbûn, bi dest pêk hatin.

Cotkarên kantona Qamişlo gotin ku ew berdêla têkbirina çeteyên DAIŞ’ê didin û gotin: “Divê civaka navnetewî alîkariya me bike.”

Dayîka bi navê Helîme Xelîl Elî ji şêniya gundê Kerdîm a girêdayî navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê beriya hefteyekê agir bi hemû berhemên wê ketin. Agir heta mala wê hat. Di kêliya dawî de ji mirinê filitî. Helîme diyar kir ku gelê herêmê berdêla têkbirina çeteyên DAIŞ`ê didin û wiha got: "Weke çawa em û civaka navnetewî  taybet dewletên Koalisyonê li kêleka hev sekinînin û me şerê DAIŞ`ê kir. Divê niha alîkariya vî gelê ku hemû rizqê xwe winda kir, bikin.”

Mesûd Dexîl Mihemed ji gundê Kerdîm a navçeya Tirbespiyê ye, berhemê wî di 10`ê Hezîranê de şewitî. Di encamê de derdora hezar donim ji berhemên çandiniyê yên şêniyên cotkarên 29 gundan şewitîn. Mihemed wiha got: "Herêm rastî gelek xeteriyan tê. Jê xeteriya şewatê ku bi zeviyên çandiniyê ketin. Gelê herêmê hezaran şehîd ji bo parastina cîhanê da, divê niha jî cîhan alîkariya me û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bike.”

Zekiye Ebas Elî, jineke temen mezin e. Parçeyek ji zeviyên wê çandiniyê şewitî. Zekiye bi hesret behsa şewata berhemê xwe dike û wiha axivî: “Tiştê ez hêvî dikim ku ev tarîtî bidawî bibe. Li pêşiya çavên min zeviyê min ku çavkaniya rizqê min û zarokên min bû şewitî. Em bang li civaka navnetewî dikin ku li kêleka gelê herêmê bisekinin. Gelê herêmê ji bo têkbirina DAIŞ`ê her tiştê xwe feda kir."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din